Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Karakaş girtin
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Îbrahîm Karakaş ji aliyê daraza Tirk ve hate girtin.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Îbrahîm Karakaş ji aliyê daraza Tirk ve hate girtin.
Karakaş ê 4’ê Mijdarê li Edenyê ji ber lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin hatibû destgîrkirin, îro sewqî Edliyeya Edeneyê hate kirin.
Dadgeha Ceza ya Sulhê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ Karakaş girt.
HERÎ KÊM 92 ROJNAMEVAN GIRTÎNE
Tirkiye ji bo rojnamevanan li cîhanê di rewşa girtîgeha herî mezin de ye. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG) di meha borî de 11 rojnamevan hatin destgîrkirin û 4 jî hatin girtin.
Li gorî DFG’ê 91 rojnamevan di girtîgehê de ne. Bi Karakaş re ev hejmar bû 92.