‘Di dema şewbê de binpêkirina li dijî girtiyan zêde bûye’
STO’yiyan bal kişandin ku di pêvajoya şewbê de mafên girtiyan tê binpêkirin.
STO’yiyan bal kişandin ku di pêvajoya şewbê de mafên girtiyan tê binpêkirin.
Rêxistinên civaka sivîl û hiquqnasan di derbarê tedawî û tendirustiya girtiyan a dema şewba vîrûsa koronayê de daxuyaniyek nivîskî belav kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şewb li tevahiya cîhanê bûye sedemê ziyana bi sed hezaran canê mirovan û dan zanîn ku ji ber şertên li girtîgehan, bûne destpêka cihên herî bi rîsk. Di daxuyaniya ku têde hatî diyarkirin sînordarkirina mafê tendirustî û tedawiya girtiyan bi şewbê re derketiye rêjeya herî bilind, ji berî şewbê jî revîrekirina girtiyan û sewqkirina ji bo nexweşxaneyê kêmasiyên cidî derdiketin, ji bo derkevin revîrê yan jî biçin nexweşxaneyê girtî carna hefteyan carna jî bi mehan li bendê dimînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sewq tê dirêjkirin û diyar kirin ku girtî ji rêyên peywendiyê yên weke radyo, televîzyon, pirtûk, kovar û nameyan hatine mehrûmkirin. Di daxuyaniyê de anîn ziman ku li hinek girtîgehan girtiyan dernaxin bêhdanê jî.
Her wiha di daxuyaniyê de dest nîşankirin ku di nava girtîgehê de pîvanên tendirûstiyê jî pêwîste bên rewşa başkirinê.
Di daxuyaniya de hate gotin ku pêwîste ji bo girtiyên di hûcreyên karantinayê de dimîn jî amûrên paqijiyê yên weke sabûn, deterjan û dezenfektan bê pere were dayîn, ev hate gotin: “Bila maf bikevin bin ewlekariyê.”
SAZIYÊN ÎMZEKIRÎN
Saziyên ku di daxuyaniyê de îmzeyên wan heyîn evin:
“Tora Denge û Kontrolkirinê ya Komeleya Civakên Sivîl a Sîstema Înfaz û Ceza (CÎSST), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Însiyatîfa Heq, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, Odeya Dadgerên Derve ya Stenbol, Sendîkaya Tenduristî û Xizmeta Sosyal a Stenbol (SES) a Anatoliya, Şaxên Bakirkoy û Şîşliyê, Odeya Tabîbên Stenbol, Komeleya Piştevanî û Malbatên Hikûmxwarî û Girtiyan ên Marmara (MATUHAY-DER), Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD), Wexfa Lêkolînê ya Civak û Hiqûqê û Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV).”