Li Mêrdînê kesek hate girtin

Di serde girtina malan a 29’ê Cotmehê de ji yên hatîn destgîrkirin Lokman Findik girtin û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li Mêrdînê ji 13 kesên ku di çarçoveya lêpirsînekê de 29’ê Cotmehê hatîn destgîrkirin, ji wana Berdevaka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di nav de 4 kes doh di sewqkirina li dadgehê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de Sakîne Yilmaz, Sîraç Dînç, Lokman Findik û Îdrîs Dûrsûn jî piştî doh li emniyetê îfadegirtina wan qediya îro derxistin dozgeriyê.

Dozger ji bo Îdrîs Dûrsûn ê li dozgeriyê îfadeya wî hate girtin berda, ji bo hersê kesên din jî daxwaza girtinê kir. Dadgehê Sakîne Yilmaz û Sîraç Dînç bi şertê kontrola edlî berdan, Lokman Findik jî bi îdîaya gumana revê heye û bi hênceta kêmbûna delîlan hate girtin.

Li bendê ne ku 5 kesên din ên destgîrkirî jî piştî kar û barên wan ên li emniyetê roja Dûşemê derbixin dozgeriyê.