Konfederasyona Civaka Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED), ji bo şermezarkirina êrişên DAÎŞ'ê yên li bajarên Parîs û Nice yên Fransayê û bajarê Viyana yê Awûstûryayê, sibe li 7 bajarên Elmanyayê çalakiyan li dar bixe.
Di daxuyaniya Hevserokên KON-MED'ê de hate ragihandin ku yên ku piştgiriya hêzên Îslamîst dikin Erdogan û rejîma wî ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî çeteyên Îslamîst û AKP-MHP ên faşîst, ne tenê li hundir divê li derve jî têkoşîneke hevpar bê meşandin. Pêwîste hikumeta federal a Elmanyayê dawî li piştgiriya xwe ya ji bo rejîma Erdogan bîne û welatên Ewropayê hemû pêkanînên tund li ser rejîma Erdogan ferz bikin."
Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên ku sibe bên lidarxistin jî banga tevlîbûnê hate kirin. Bernameya çalakiyan wiha ye:
KOLN
Saet: 14:00
Cih: Koln HBF
DÛÎSBÛRG
Saet: 15:00
Cih: Dûîsbûrg HBF
HAMBÛRG
Saet: 15:00
Cih: Sternschanze Bahnhof
HÎLDESHEÎM
Saet: 15:00
Cih: Angouleme Platz
FRANKFÛRT
Saet: 16:00
Cih: Hauptwache Frankfurt
MANNHEÎM
07.11.2020
Saet: 17:30
Cih: Mannheîm HBF
BERLÎN
Saet 14.30
Cih: Brandenburger Tor / Pariserplatz Berlin