Jeffrey dema ku çû jî dijminatî li Kurdan kir

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ku bi piştgiriya xwe ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û bi polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan tê naskirin, dest ji wezîfeyê berda.

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ku ji roja dest bi wezîfeyê kir û pê ve kete nava têkilî û bazariya li dijî destketiyên Kurdan, dest ji wezîfeya xwe berde.

Jeffrey ku ji ber temenê xwe yê dirêj teqawît bû, ji ber hilbijartinên Serokatiyê yên DYE'yê dema wî ya wezîfeyê dirêj bû û li gorî agahiyan beriya deh rojan dest bi radestkirina wezîfeya xwe kiribû.

Tê payin ku alîkarî wî Joel Rayburn bikeve şûna Jeffrey. Lê belê eşkere nebû ku piştî Joe Biden bû Serokê DYE'yê wê ji bo Nûnertiya Taybet a Sûriyeyê û Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna dijî DAÎŞ'ê kesekî nû bê tayînkirin yan na.

Jeffrey ji aliyê serokê heyî yê DYE'yê Donald Trûmp ve di Tebaxa 2018'an de weke Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê hatibû wezîfedarkirin. Jeffrey bi bazarî û gotinên xwe yên li dijî Kurdan û yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê timî hate rojevê.

Jeffrey ku têkiliya wî ya şexsî û berê ya bi dewleta Tirk re timî dibû mijara nîqaşê, dema ku dest ji wezîfeyê berda jî dijminatî li destketiyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Jeffrey li malpera Syria Direct re li ser polîtîkayên têkildarî Sûriyeyê axivî û got, "Di hilbijartinê de kîjan namzet bi ser bikeve jî wê polîtîkaya heyî ya DYE'yê ya li ser Sûriyeyê dewam bike."

Jeffrey ku hewl da dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan û hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re binixumîne got, "Sedema bingehîn a aloziya heyî ya navbera Tirkiye û Bakurrojhilatê Sûriyeyê hebûna PKK'ê ye ku em jî hewl didin dawî li vê yekê bînin."

Jeffrey xwest, bazariya qirêj a ku bi dewleta Tirk re li dijî Kurdan dikir piştî wî jî dewam bike, dijminatiya wî ya li Kurdan û gelên herêmê ji dema wî ya wezîfeyê kevntir e.

Jeffrey ku efserekî berê ye û di dema şerê sar de li Vîetnam, Rojavayê Elmanyayê û Bûlgaristanê wezîfe kir, serpêhatiya wî ya Tirkiyeyê digihêje dawiya darbeya 12'ê Îlonê.

Jeffrey piştî darbeya 1980'î li Edene û Enqereyê weke efserekî wezîfe kir, di dema destwerdana DYE'yê ya li Iraqê de şêwirmendî ji Wezîra Karên Derve ya DYE'yê Condoleezza Rice re kir.

Jeffrey ku personelekî berê yê CIA'yê bû, sala 1999'an di dema komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de weke Şefê Mîsyona DYE'yê li nava dewleta Tirk wezîfedar bû.

Di navbera salên 2008 û 2010'an de Jeffrey wezîfeya Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Tirkiyeyê kir, piştre jî heta sala 2012'an wezîfeya Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Bexdayê kir.

Jeffrey dema ku li Tirkiye û Iraqê li ser wezîfeyê bû, ji bo rejîma Sûriyeyê hilweşîne û li şûna wê jî rêveberiyek li ser xeta Îxwanî Muslimîn bi cih bike, karê Odeyên Operasyona Leşkerî ya hevpar (Li Urdune MOK, li Tirkiyeyê MOM) meşand.

Lê belê li gel hewldanên mezin ên Jeffrey û dewleta Tirk, komên çete yên li Sûriyeyê yên li ser xeta El Qaîde û Îxwanî Muslimîn nekarîn rejîmê hilweşînin.

Jeffrey piştî ku wezîfeya wî ya li Bexdayê sala 2012'an bi dawî bû, demekê ji holê winda bû. Piştî ku Donald Trûmp di sala 2016'an de bû serokê DYE'yê, ji nû ve derkete holê.

Jeffrey di 17'ê Tebaxa 2018'an de ji bo Nûnertiya Taybet a Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ya ji bo Sûriyeyê hate wezîfedarkirin. Jeffrey, piştî ku Nûnerê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê Brett McGûrk îstifa kir, ji bo vê wezîfeyê hate tayînkirin. Jeffrey ev her du wezîfe bi hev re meşand.

Li ser biryara Trûmp a Kanûna 2018'an a vekişîna ji Sûriyeyê, bi îstifaya McGûrk re Jeffrey di 4'ê Çileya 2019'an de li şûna McGûrk hate bicihkirin.

Jeffrey piştî ku dest bi wezîfeyê kir gelek caran serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û helwesta xwe ya dijminatiya li Kurdan dewam kir. Jeffrey berî yan jî piştî her serdana xwe ya li herêmê serdana Enqere û Hewlêrê jî kir.

Jeffrey ku piştî hate wezîfedarkirin gelek caran bi rayedarên dewleta Tirk û nûnerên komên çete yên li Sûriyeyê re rûnişt, bi rola xwe ya di êrişên dagirkeriyê de yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, cihê xwe di hişê Kurdan û gelên herêmê de girt.

Jeffrey ku bi daxuyaniyên xwe û bi gavên xwe piştgiriyeke eşkere da polîtîkayên dewleta Tirk ên dijminatiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beriya dest bi wezîfeyê bike û piştî hate wezîfedarkirin ji bo parçekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û xurtkirina komên ser bi dewleta Tirk ve xebitî.

Di Adara 2017'an de dema ku operasyona Reqayê dewam dikir, Jeffrey ji rojnameyeke Tirk re axivî û pêşniyar kir ku QSD weke Kurd û Ereb parçe bibe û Ereb jî tevî çeteyên dewleta Tirk Reqayê bi dest bixin.

Jeffrey gelek caran ev argumanên dewleta Tirk bi kar anî: "Kurd li sînorê me yê başûr dewletê ava dikin", "Rêveberiya Obama Tirkiye xapand" û "Generalên DYE'yî yên li qadê alîgirê YPG'ê ne". Jeffrey di hevpeyvîneke xwe de ya beriya çend rojan got, "Di hilbijartinê de kîjan namzet bi ser bikeve jî wê polîtîkaya heyî ya DYE'yê ya li ser Sûriyeyê dewam bike."