ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.

Rêxistina Federal a Swîsreyê di Rapora Ewlehiyê ya 2020'an de bal kişande ser ku Tirkiye ji bo DAÎŞ'ê bi roleke kilîd radibe û got, ''PKK polîtîkaya ku li Ewropayê ji tundiyê dûr bisekine, didoîne.''

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Hakî Armanc qala Fermandar Egîd Civyan kir û got: “Ji bo azadiya gelê hejar tevahî jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kir.”

Li ser giliya jineke şahid ya li ser polîsê bi nave Tony A. ku li Berlînê dema xwepêşandanekê de ciwanekî Kurd hatibû destgîrkirin û polîsê navborî lê dabû, doz hatibû vekirin û 1 sal û 3 meh ceza li polîs hate birîn.

Li bajarê Stûtgart a Elmanya doza 3 jê girtî 2 ne girtî ya 5 Kurdên li Girtîgeha Stammheîm dihate darezandin didome.