‘Divê girtiyên nexweş û bi temen bên azadkirin’

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bal rewşa girtiyê nexweş Omer Yaman ê 65 salî ku nexweşê tansyonê ye.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtîgehan, di hefteya 450'î de çalakiya “Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) dîsa daxuyanî li ser medya înternetê dan. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Omer Yaman û xwest Yaman serbest berdin.

Endamê komîsyonê Mehmet Acettin daxuyanî xwen û wiha got: “Ji ber şewba Covid-19 girtîgeh cihê rîskek mezin in. Piştî guhertina zagona înfazê nêzî 80 hezar girtî hatin berdan. Li gorî daneyên TUÎK'ê li girtîgehan li gorî sala 2019'an ji sedî 10 hêjmara girtiyan zêde bûye. Li gorî daneyên Wezareta Dadê heta 17'ê Tîrmeha 2020'an 232 hezar û 342 girtiyê hikum xwarine û 48 hezar û 752 girtiyên tên darizandin hene. Bi giştî 281 hezar û 094 girtî hene.

Omer Yaman di sala 1991'an de hat girtin. 5 salan hat darizandin. Yaman 65  salî ye. Niha li Girtigeha Tîpa T a Tokatê ye. Yaman bi nexweşiya tansiyonê ye. Dem dem nexweş dikeve. Lê ji ber şewbê wî nabin revîrê û nexweşxaneyê. Divê Omer Yaman û di şexsê wî de hemû girtiyên nexweş serbest berdin."