Êrişkariya PDK'ê li Rûsyayê hate şermezarkirin

Kurdên li Rûsyayê provakasyonên PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi dewleta Tirk re bi heman demê, şermezar kirin.

Kurdistaniyên li navçeya Krasnokûtê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, provakasyonên PDK'ê yên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kirin û bang li PDK'ê kirin ku dev ji hevkariya plana qirkirina Kurdan biqere.

Li ser navê Kurdên Krasnokûtê Serokê Otonomiya Kurd a Kranokûtê Ramazan Budakov û endamên Meclîsê Alîev Evdo û Abdîev Ibrahim axivîn. Di axaftinên xwe de diyar kirin ku şerê navxwe beriya niha pir zirar daye Kurdan, Kurdan aqil ji vê girtine û divê pêşî li vê provakasyona PDK'ê were girtin, ku ev provkasyona PDK'ê rê li şerê navxwe vedike.

Qisekeran gotin, divê hemû hêzên siyasî yên li Başûr li hemberî vê plana PDK'ê ya bi hevkariya dewleta Tirk a ji bo qirkirina Kurdan bi dengekî bilind helwesta xwe nîşan bidin.

Her wiha hate gotin gelê Kurd li dijî vê nêzîkatiya PDK'ê pir bêhnteng in û wê hesab bipirsin. Di axaftinan de her wiha hate gotin nêzîkatiya PDK'ê xizmetê ji dijminên Kurd û Kurdistanê re dikin.