MEBYA-DER: Deng bidin dengê girtiyan
MEBYA-DER bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan pêk tên û got: “Em bibin dengê girtiyan.”
MEBYA-DER bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan pêk tên û got: “Em bibin dengê girtiyan.”
Di 14’ê Îlonê de girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji bo pêkanînên Rewşa Awarte yên li hemberî wan bi dawî bibin, bi awayekî dorveger ketin greva birçîbûnê. Ji vê rojê ve greva birçîbûna ya girtiyan didome ji hêla qebûlkirina daxwazên wan ve tu pêşketine çênebûye.
Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), li avahiya HDP’ê ya Wanê derbarê rewşa girtiyan daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, nûnerên TÛHAY-DER’ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Rêveberê MBYA-DER’ê Cîhat Aksû, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rewşên girtîgehan û destnîşan kir ku ji ber şertên li girtîgehan girtî bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Aksû, destnîşan kir ku li cihê binpêkirin hebin lêgerîna mafan jî heye û ev tişt gotin: “Ji bo bi dawîbûna binpêkirinên mafan girtî weke asta dawîn ketine greva bîrçîbûnê. Daxwazên mafdar û rewa yên girtiyan hene. Rêxistinên sivîl bi awayekî têrker nabin dengên girtiyan.
Em bang li hemû rêxistinên sivîl ên Wanê dikin ku bibin dengê girtiyan. Div^edemildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û binpêkirinên mafan bên bidawîkirin.”