Berdevkê Yekîtî, Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP) Ekrem Demîrcî, endama Komîteya Navendî ya DKP/Yekîtiyê Ceren Guneş (Ozge Aydin) bi bî ranî ku 3'ê Mijdara 2019'an di êrişa dewleta Tirk de ya li ser Serêkaniyê şehîd bû. Demîrcî bi bîr xist ku bi sedan şoreşgerên enternasyonalîst ji çar aliyên cîhanê di ber Rojava re canê xwe feda kirin ku Ceren Guneş jî yek ji wan şoreşgeran bû.
Demîrcî anî ziman ku Rojava ne tenê xakeke û got, "Herêma me qadeke şer e ku hêzên emperyalîst ên cîhanê û hêzên faşîst ên paşverû yê herêmê di dewrê de ne. Ev şerê ku navenda wê Sûriye ye, bi şêweyên cuda dewam dike ku şerekî hegemonyayê ye. Bêguman Rojava jî qadeke têkoşîna azadiyê ya mezin e ku gelên cuda bi jin û mêr ên xwe dimeşîne. Têkoşîna azadiyê ya li vê derê têkoşîna azadiyê ya gelan e, têkoşîna sosyalîzm û şoreşê ye, lewma em jî cihê xwe di nav de digirin. Lê belê Rojava ne tenê qadeke şer e, em jî ne tenê şervan in. Li Rojava niha tecrûbeyeke xweser a şoreşê heye û em di nava vê dibistana şoreşê de ne. Daxwaza herî mezin a hevrêya me Ceren ew bû ku tecrûbeya li vê derê derbasî Tirkiyeyê bike."
'ÇEKA XWE DA SER MILÊ XWE Û KETE ÇEPERA BERXWEDANÊ YA GELAN'
Ekrem Demîrcî anî ziman ku Ceren Guneş nirxeke ku li nava Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê mezin bû, lê ji wê jî girîngtir bû meşaleya azadiya jinê ya Tirkiyeyê. Di dawiya axaftina xwe de Ekrem Demîrcî got, "Di dawiya sala 1960'î de ku min dest bi şoreşgeriyê kiribû, Che Guevara hîn nû hatibû qetilkirin û dirûşma 'Çiyayên me jî hene Che Guevara' her tim li ser zimanê me bû. Ceren ev dirûşm xistibû meriyetê. Che Arjantînî, Bolîvyayî, Kongoyî, Kubayî bû. Ceren Sûriyeyî, Kurdistanî, Tirkiyeyî bû û mîna Che doktor bû. Li ser şopa Che bi hiştmendiya şoreşgerî xwe xemiland, çeka xwe da ser milê xwe û kete çepera berxwedanê ya gelan.
Şewqa çavên wê nîşan dida ku wê lêgerîn û wateya temenê xwe yê 27 salan dîtiye.
Jiyana li metropolan red kir û kolanên Rojava yên hilweşiya yî, şikeftên çiyayên Kurdistanê kir warê xwe. Bû şervana jin, milîtan a jin, rêxistinkara jin û fermandara jin. Karkeriya partiyê û rêbertiya partiyê di kesayetiya xwe de gihand hev, bû pêşeng. Ev hemû xist nava jiyaneke kurt."