ROJANE
Hemû Nûçe
-
120 hunermend: Dem dema azadiya Ocalan e
120 Hunermend: Ocalan îlham da gelek Kurdan da ku jiyana xwe bi rûmet û rêzdariya ji hebûna xwe re dewam bikin. Ew bû mamosteyekî gelekî baş. Wî Kurd teşwîq kirin da ku ji bo mafên xwe weke mirovên azad li ser piyên xwe bisekinin. -
AGEB: Em li ber êrişên li ser HDP'ê rabin
AGEB: Li dijî şerê neheq û dagirkeriya li sê parçeyên Kurdistanê em dengê xwe bilind bikin. Em li ber êrişên li ser HDP'ê rabin. -
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 452'an de ye
Çalakgerên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê diyar kirin ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê komplo şermezar kirin
Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an 20 girtiyên siyasî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê kirin. -
Polîsan rê neda ku li Şîşhaneyê 15’ê Sibatê bê protestokirin
Çalakiya protestoyî ya ku rêxistina HDP’ê ya Stenbolê xwestin ku li qada Şîşhaneyê lidar bixin, polîsan asteng kirin. -
Qirkirina Siyasî: Li 40 bajaran bi kêmanî 718 kes destgîrkirin
Dewleta Tirk a neçar ma ku ji Garê derkeve, li 40 bajaran dest bi operasyona qirkirina siyasî kir, bi kêmanî 718 kes destgîrkirin. -
ÎHD’ê derbarê êrîşa Garê daxuyanî da
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) derbarê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Garê û mirina leşker û polîsên di destê PKK’ê de daxuyanî da û diyar kir ku, “Artêşa Tirk li dijî qadeke rîsk operasyon kiriye, ev jî diyar dike ku ew berpirsê encamên vê êrîşê ye jî.” -
'Heta ku tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e'
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di salvegera 22'an a komploya navneteweyî de daxuyaniyek da û diyar kir ku heta Sîstema Tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî nebe, nepêkane ku pîvanên demokratîkbûnê li welêt serwer bibe." -
Li Lîmasolê Kurdan û dostên wan komplo protesto kirin
Li bajarê Lîmasolê ya Kibrisê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. -
Polîsan girte ser avahiyên bajêr û navçeyan ên HDP’a Êlihê
Polîsan di heman wextê de girtin ser avahiyên bajêr û navçeyan ên rêxistina HDP’ê yên Êlihê. -
Li Rûsyayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Rûsyayê, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî hate şermezarkirin û hate ragihandin ku çareseriya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe. -
Guven: Me berdêl da em ê rêya xwe bidomînin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a dîlgirtî bal kişand ser biryara cotestandarî ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû û got, “Em ê bi hêza xwe, rêya xwe bidomînin.” -
Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal cezayê girtîgehê li 4 kesan hate birîn
Di doza Ozgur Gundemê de li xwediyê rojnameyê Kemal Sancili, Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û Derhênera Weşana Giştî ya Nobedar Eren Keskîn li her yek ji wan 6 sal û 3 meh, li Derhênerê Weşanê Zana Kaya jî salek, 13 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
HDP: Bi komploya 15’ê Sibatê re gel bûn hedef
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê diyar kir ku bi komploya 15’ê Sibatê re gel û Rojhilata Navîn bûne hedef û bal kişand ser vî tiştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî vê komployê berxwedaneke mezin nîşan da. -
'Divê tecrîd bi dawî bibe, ji bo aştî û demokrasiyê bikevin nava liv û tevgerê'
Akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de zêdeyî 60 jinan nameyek ji CPT re şandin û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina aştî û demokrasiyê bikeve nava liv û tevgerê. -
Ji ber ku welatiyên xwe ji Bakurê Sûriyeyê neanîn NY nerazîbûn nîşanî welatan da
Neteweyên Yekbûyî (NY) welatên ku hemwelatiyên xwe yên di nav refên çeteyên DAÎŞ’ê de ne û a niha li kampên Bakurê Sûriyeyê de ne wernegirtine bi tundî rexne kir. -
ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Êrîwanê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat dîlgirtin, li Êrîwanê hat şermezarkirin. -
Kurdan li Krasnodorê komplo protesto kirin
Li bajarê Krasnodar a Rûsyayê bi çalakiyekê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
HBDH: Em li dijî komployan li ber xwe bidin, bi ser bikevin
HBDH: Divê em li her cihî li dijî komployê agirê berxwedanê mezin bikin, perspektîfa şoreşê ya yekbûyî bi serketinê bixin meriyetê. -
Komploya 15'ê Sibatê li Rûsyayê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî di salvegera 22'an de li bajarê Stravrapol a Rûsyayê hate şermezarkirin. -
Peyamên TEV-DEM û Kongreya Star ên li 15'ê Sibatê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Star, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî di salvegera 22'an de şermezar kirin. -
Yaylali: Tîma ku li Roboskî komkujî kir, li Garê jî li ser kar bû
Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali operasyona artêşa Tirka li Garê ya ji bo kuştina leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî hate kirin, nirxand û got, "Tîma ku li Roboskî komkujî kir, li Garê jî êsîr li pêş çavan qetil kir." -
Li Aydinê 9 jinên HDP'î hatin destgîrkirin
Li navend û navçeyên Aydinê, polîsên Tirk 9 endam û rêveberên HDP'î destgîr kirin.