Yaylali: Tîma ku li Roboskî komkujî kir, li Garê jî li ser kar bû

Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali operasyona artêşa Tirka li Garê ya ji bo kuştina leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî hate kirin, nirxand û got, "Tîma ku li Roboskî komkujî kir, li Garê jî êsîr li pêş çavan qetil kir."

Artêşa Tirk 10'ê Sibatê li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê bi navê "Pençe Kartal -2 Harekati" êriş bir ser cihê ku êsîr lê bûn.

Operasyona ku piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku 8'ê Sibatê gotibû, "Roja Çarşemê di axaftina xwe ya ji bo neteweyê de wê mizgîniya me hebe" dest pê kiribû, îro bi dawî bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 11'ê Sibatê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk li kampa êsîrên şer xistine.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar doh bi şev bi daxuyaniyekê bêyî ku navê leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî bilêv bike got, "Cenazeyên 13 welatiyên me hatin dîtin."

Akar hewl da bombardûmana bi 40 balafirên şer a li ser herêmê binixumîne û got, "Yek ji welatiyên me fîşek li milê wî, 12 jî fîşek li serê wan ketibû û hate tespîtkirin ku şehîd bûne."

Leşkerê berê ya Yannîs Vasîlîs Yaylali ku sala 1994'an li bejahiya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve dîl hate girtin û piştî vegeriya Tirkiyeyê bi sûcdariya "propaganda rêxistnê" hate girtin, têkildarî êrişa li Garê ya li dijî sivîlan ji ANF'ê re axivî.

TÎMA ROBOSKÎ LI SER KAR E

Têkildarî êrişa li dijî leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên li Garê hate kirin Yaylali got, "Tîma ku li Roboskî komkujî kir ev tîm bû. Çawa ku li Roboskî komkujî amade kir û pêk anî, leşkerên dîlgirtî jî li pêş çavan qetil kirin."

Yaylali anî ziman ku ew li ber qetilkirina êsîran dikeve û got, "Desthilatdarî bi rêya van komkujî û provokasyonan dixwaze pêşî li kêmbûna dengê xwe bigire. Ji xwe min zanîbû ew çiqasî bêrehm in, lê belê ji bo ronîkirina vê komkujiyê eger PKK derfetê bide, wê raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bêhtir rastiyê bibîne."

'DESTPÊKÊ QETIL DIKIN, PIŞTRE WEKE ŞEHÎD RADIGIHÎNIN'

Yaylali anî ziman ku eger ev komkujî karibe bê ronîkirin wê hingî yên ku van komkujiyan plan dikin û pêk tînin li dadgehên ceza yê navneteweyî bên darizandin û bang li malbatên leşkerên êsîr kir ku ti carî ji dewletê bawer nekin û dest bi têkoşîna edaletê ji bo zarokên xwe bike.

Yaylali got, "Yên ku zarokên wan, hevser û bavên wan qetil dikin, nikarin wan weke şehîd ragihînin. Bi dewletê bawer kir, lê vê dewletê ne tenê bombe li zarokên wan barandin, her wiha gule berdan serê wan û ew qetil kirin. Niha jî hewl didin sûdê ji cenazeyên zarokên wan werbigirin. Divê malbatên wan ti carî destûrê nedin vê yekê. Aqûbeta zarokên wan ji dema destpêkirina operasyonê ve diyar bû, lê niha divê li dijî manîpulasyonê têbikoşin û ji bo darizandin û cezakirina kujeran têbikoşin."