Kurdan li Krasnodorê komplo protesto kirin

Li bajarê Krasnodar a Rûsyayê bi çalakiyekê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Li Krasnodarê di 22’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewletan ve hatî dîlgirtin de, çalakiyek protestoyî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Kurdên Krasnodarê Hevseroka Organîzasyona Medyayê Bese Aliyeva û endama Civata Kurdên Krasnodarê Avramane Ahmed axivîn û diyar kirin ku komplo weke rojek reş ketiye hişê gelê Kurd.

 

Aliyeva û Ahmed komploger bi tundî şermezar kir û bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Garê.

Çalakgeran diyar kirin ku ev êrîş bi serkeftî nabin û wê dewleta Tirk bişikê.

Di çalakiyê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî hate  şermezarkirin.