ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke yên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, şoreşa zîhniyetê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê pêk anî ji ANF'ê re nivîsî.
Ji siyasetmedarên Kurd Mehmet Demîr ku lingê komployê yê Ewropayê ji nêz ve şopand û li dijî wê têkoşiya, diyar kir ku dewletên Rojavayî ji tirsa bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nexwestin ew li Ewropayê bimîne.
Erdal Aksû ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de weke yekane çalakgerê balafirê derbasî nava rûpelên dîrokê bû, di rojên komployê de salvegera 75'an a Komara Tirkiyeyê hilbijart. Dixwest balafirê bibe Lozanê.
Çalakgerên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê diyar kirin ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Gelek hunermendên navdar ên cîhanê, di salvegera 22'an a komploya navneteweyî de bi sernavê "Azadî ji Abdullah Ocalan re" daxuyaniyek weşandin.