Peyamên TEV-DEM û Kongreya Star ên li 15'ê Sibatê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Star, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî di salvegera 22'an de şermezar kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyama, “Li gel ku Rêber Ocalan, vîna kesimên civak û mirovê azad temsîl dike, ji bo pêşxistina aştî, demokrasiyê û diyalogê roleke çêker girtiye ser milê xwe. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Ocalan yekane rêya çareseriya kirîza Rojhilata Navîn e” da.

TEV-DEM nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê da û diyar kir: “Xwesteka guhertina pêkhateya demografîk a herêmê û derbaskirina gel û nasnameya Kurd ji qirkirinê, berdewamiya Komploya Navnetewî ye.”

TEV-DEM’ê ev bang kirin: “Weke Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em bang li hêzên siyasî û netewî yên Kurd û rêxistinên civaka sivîl dikin ku li hemberî tevgerên dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê helwest nîşan bidin.

Her wiha bang li hemû alîgirên azadî û demokrasî yên li cîhanê dikin ku ji bo vala derxistina Komploya Navnetewî, Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad bikin. Rêber Ocalan tenê ne yê Kurdan e, di heman demê de bûye sembolê hemû pêkhateyên ku azadiya xwe di azadiya Rêber Ocalan de dibîne.”

KONGREYA STAR: NÛNERÊ NETEWÊN DIN ÊN JIYANA HEVBEŞ DIPARÊZIN

Koordînasyona Kongreya Star diyar kir ku komplo û tecrîd li dijî hemû peymanên navnetewî, mafên sivîl û siyasî ye û wiha pêde çû: “Rêber Apo nûnerê vîna bi mîlyonan Kurdan û hemû netewên din ên azadî, demokrasî û jiyana hevbeş diparêzin e.”

Kongreya Star’ê berxwedana zindanan silav kir û got: “Em bang li hemû aştîxwazan dikin ku xebatên xwe yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo berfireh bikin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin: “Em bang li Meclîsa Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewropa û Rêxistina Efû ya Navnetewî dikin ku ji bo bi dawîkirina tecrîda ku dewleta Tirk ferzdike zextê bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”