Li Lîmasolê Kurdan û dostên wan komplo protesto kirin

Li bajarê Lîmasolê ya Kibrisê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Kibrisê Kurdan û dostên wan bi wesîleya 15’ê Sibatê li Lîmassol Moloz Parkê hatin ba hev.

Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve’ hate berzkirin û flamanên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn hatin hilgirtin.

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û faşîzmê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat jî axivî. Serhat got ku “Esareta li ser Rêber Apo esareta li ser gelên Rojhilata Navîn e. Wê ev esaret parçe bibe û wê Rojhilata Navîn azad bibe. Berxwedana mezin a li Garê ku li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk li dijî vê esaretê ye. Em ê li hemberî van dagirkeran li ber xwe bidin. Wê azadî bi ser bikeve.”