Li Rûsyayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li Rûsyayê, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî hate şermezarkirin û hate ragihandin ku çareseriya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.

Li herêmên cuda yên Rûsyayê, çalakiyên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

Li gundê Perekopnoye yê navçeya Yerşovê ya bajarê Saratovê Kurd li hev kom bûn û komplo şermezar kirin. Hevserokên Meclîsa Gel a Yerşovê Mîrzaalî Yûsûbov û Gulîzar Yûsûpova, endama Komîteya Jinê Gozal Yûsûpova, ji Komîteya Çandê Ahmed Bakî û endamê Meclîsê Mele Ramazan li çalakiyê axivîn.

Qisekeran bal kişandin ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Kurdistnê û polîtîkaya hevkariyê ya PDK'ê ya bi dewleta Tirk er şermezar kirin.

Her wiha diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin.

YEKATERÎNBÛRG

Yek ji deverên ku çalakiyên şermezarkirinê lê hatin lidarxistin herêma Yekaterînbûrg a Rûsyayê bû. Kurdên li vê herêmê bi daxuyaniyekê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Endamê Komîteya Ciwanan Rostem Tamayî û bi navê organîzasyona Êzdîxzanê Rezoyê Goge diyar kirin ku divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê wKurd jî bang li Kurdan hemûyan hate kirin ku têkoşîna xwe mezin bikin.