ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'Ê

Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Gerîlayên HPG'ê roja 15'ê Sibatê, roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û helwesta xwe diyar kirin. Gerîlayan diyar kirin ku wê sala 2021'ê bikin sala rizgariya Rêber Apo.

Çalakiyên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

Akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de zêdeyî 60 jinan nameyek ji CPT re şandin û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina aştî û demokrasiyê bikeve nava liv û tevgerê.

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger destnîşan kir ku kes nikare rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojava û Sûriyeyê înkar bike û got, "Bi saya wî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş li ser piyan e."

Neteweyên Yekbûyî, Swêd jî di nav de welatên ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'î yên li kampên Bakurê Sûriyeyê wernagirin, bi tundî rexne kir.

Ji ber salvegera qetilkirin Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme, Kurd û sosyal demokrat wê li ser înternetê konferansa "Kurd û Olof Palme" li dar xistin.

Doh li Herêma Xweser a Katalonyayê ya ser bi Spanyayê hilbijartin hate kirin. Li gorî encamên destpêkê piraniya hilbijêran deng dan partiyên alîgirê serxwebûnê.