Komploya 15'ê Sibatê li Rûsyayê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî di salvegera 22'an de li bajarê Stravrapol a Rûsyayê hate şermezarkirin.
Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî di salvegera 22'an de li bajarê Stravrapol a Rûsyayê hate şermezarkirin.
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovskê ya bajarê Stravrapolê, bi çalakiyekê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Hvserokê Otonomiya Kurd a Novoaleksandrovskê Huseyî Axmedov axivî û diyar kir ku Kurdan bi saya Abdullah Ocalan xwe nas kirine û êdî Kurdên berê nînin.
Axmedov got, "Tecrîda li girava Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne ya qebûlkirinê ye" û xwest, hevdîtin tavilê bê kirin.
Axmedov êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Garê jî şermezar kir.