Bi banga Tevgrea Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hate şandin û işaret bi kiryarên nemirovî yên li Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Di nameyê de ji CPT û siyasetmedarên xwedî biryar hate xwestin ku ji Tirkiyeyê bixwazin ji bo gefa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake û hate destnîşankirin ku divê şertê danûstandinên bi Tirkiyeyê re rakirina tecrîdê û bidawîkirina dijminatiya li gelê Kurd be.
Di nameyê de hate bibîrxistin ku Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya welatên NATO'yê radestî dewleta Tirk hate kirin û hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan li Kurdistanê weke lîderê polîtîk ê bi milyonan mirovî tê qebûlkirin. Di nameyê de hate gotin, di danûstandinên bi dewleta Tirk re muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi giranî hatiye qebûlkirin.
BI QEDANDINA DANÛSTANDINAN RE POLÎTÎKAYA ŞER Û TECRÎDÊ KETE DEWRÊ
Di nameyê de hate bibîrxistin, ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çareseriyê de, ji aliyê hikumeta Tirk ve di dema danûstandinên navbera salên 2013-2015'an de gelek caran hatiye destnîşankirin û hate diyarkirin, ku piştî danûstandin ji aliyê dewleta Tirk ve bi rengekî yekalî hat qedandin, şerê 40 salan kete dema herî giran.
Di nameyê de hate gotin, "Ev şerê dawî bû sedema wê yekê ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin, bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bibin, gelek bajar û bajarokên Kurdan bên hilweşandin" û hate destnîşankirin ku ev şer di heman demê de bû sedem, Tirkiye bi êrişkarî şer li derdorê belav bike, tundiya cîhadîst, faşîst, dijminên jinan belav bibe.
HEM HIQÛQA XWE HEM JÎ YA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE
Akademîsyenan diyar kirin ku bi qedandina danûstandinan re dewleta bi serkêşiya hikumeta AKP'ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xiste nava tecrîdê, bi vê yekê re hem mafên mirovan ê navneteweyî, hem jî hiqûqa Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê binpê kiriye. Di nameyê de hate gotin, "Girtîgeha Îmraliyê qada êşkenceyê ye ku mafên mirovan û hiqûq lê hatiye betalkirin" û hate bibîrxistin ku CPT di serdana xwe ya 5'ê Tebaxa 2020'î de şert û mercên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û li gorî pîvanên mafên mirovan nîne.
NÊRÎNÊN XWE LI TEVAHIYA CÎHANÊ TÊ QEBÛLKIRIN
Di nameyê de işaret bi bandora fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê hate kirin û hate gotin, "Li tevahiya cîhanê bi taybetî rûspiyên civakê, akademîsyen, entellektuel, hunermend, siyasetmedar, jin, parêzvanên mafên mirovan pêşniyarên Ocalan ên ji bo demokrasiyê, ekolojî û azadiya jinê qebûl dikin. Dirûşma Ocalan ku dibêje 'heta jin azad nebe civak azad nabe' bû çavkaniyeke girîng a wêrekiyê ku jinên Kurd li dijî serweriya mêr û tundiya dewletê têbikoşin. Li Bakurê Sûriyeyê ku fikrên wî yên li ser wekheviya zayendan ji xwe re dike esas, jinan di nava şer de ji bo maf û azadiyê destketiyên dîrokî bi dest xistin."
BAL HATE KIŞANDIN SER GEFA DEWLETA TIRK A LI SER HERÊMÊ
Di nameyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a di dema Erdogan, AKP'ê de hîn bêhtir bi pirsgirêk bû, veguherî dewleteke tund û otorîter a dijwar û hate gotin, "Êdî ji her demê bêhtir eşkere bûye ku dewleta Tirk ne tenê li nava sînorên xwe, veguheriye hêzeke mezin a şerker li tevahiya herêmê." Di nameyê de operasyonên leşkerî yên li Tirkiye, Sûriye, Iraq, Lîbya, Ermenistan-Azerbaycan û siyaseta ku li Derya Spî şer sor dike weke mînak hate nîşandan.
'EM HELWESTA SAZIYAN MEHKÛM DIKIN'
Di nameyê de helwesta saziyên herêmî û navneteweyî ya li pêşberî êşkenceya rêk û pêk a li ser Abdullah Ocalan hate mehkûmkirin û hate gotin, "Dewleta Tirk bi birîna dengê wî (Ocalan) şensê hêviya ji bo edalet û aştiyê ya paşerojê asteng dike."
BANGA LI JINAN
Di nameyê de bang li saziyên alîgirê edalet, aştî û mafên mirovan hate kirin û hate gotin, "Em ji we dixwazin ku li gorî wezîfeya xwe tevbigerin" û bang li jinan hemûyan jî hate kirin. Di nameyê de herî dawî hate gotin, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabin ser piyan, ji bo bidawîbûna tecrîd û girtîmayina wî tevlî banga me bibin."
Jin û saziyên ku mohra xwe danîne binê nameyê:
Platforma jinê ya gelên Îranê
Eniya jinan a Rojhilat
Komîteya Platforma hiqûqê ya gelên Îranê
Neyêre ansarî, parêzer û şêwirmenda yasayî
Mawerani çalekvana mafe jinan, Germanî
Sroue GHotbi, Psikolojist, Fransa
Jamile Karimi, aktivist, Elmanya
Mitra Dervishyan, nivîskar, Ermenistan
Hajar Karimi, aktîvîsta mafên mirovan, Elmanya
Fatma Karim, aktîsta mafên mirovan, Swêd
Parvin Karimi, Swêd
Chimen Karimi, aktîvîsta mafên jinê, Hollanda
Amine Karimi, aktîvîsta mafên jinê, Swêd
Tanya Mamrostemi, aktîvîst.
Ronak Fadayi, aktîvîsta mafên jinê, Elmanya
Awat Scharifi, aktîvîst, Elmanya
Masume Sayedmuhamedi, Ekonomîst, Norwêc
Fatma Ebrahimi, aktîvîsta mafên mirovan, Belçîka
Sumeye Ahmedpanah, Belçîka
RAWA -Rêxistina jinên şoreşger a Efganistanê
RONAK- Rêxistina jinên Rojhilatî li Ewropayê
Kurye Riyah Cudeh- Seroka Forûma Yekîtiya Jin û Ciwanan, Iraq
Nur El-Huda Zaki- Koordînatora Tevgera Jinên Misrî ji bo Guhertinê, Misir
Şeza Najî- Seroka Komeleya Jinê ji bo Aştiyê, Iraq
Dr. Safiya Zaza- Hiqûqnas û ekonomîst
Erij El-Kurdi- Helbestvan û nivîskara Fîlîstînî, Seroka KOmîteya Jinê a Kombûna Ciwanan a Fîlîstîn-Lubnanê
Zahra Ahmed Muhammed- Berpirsyara Departmana Jinê ya Karker a Federasyona Sendîkayên Fîlîstînê, Şaxê Lubnanê
Îlfet Mahmud- Seroka Komeleya Jinên Fîlîstînî ya li Lubnanê
Kejal Nuri- Başûrê Kurdistanê, helbestvan, nivîskar, Hollanda
Leyla El-Tay- Alîkara Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî û Keyaya bendava Boûchrîeh a li Çiyayê Lubnanê
Komeleya Jinên Pêşverû ya Fasê
Suad Brahma- Parêzer û aktîvîstê mafên mirovan, Fas
Zeyneb Huseyn Miruwah- Seroka Kombûna Jinê ya Demokratîk a Lubnanî
Afaf Ghattaşa- Seroka Yekîtiya Komîteyên Jinên Kedkar a Fîlîstînî
Sektora Jinê ya Partiya Rêya Demokratîk, Fas
Şamiran Mrokel- Seroka Komeleya Jinê ya Iraqê
Radiyah El-Jarbi- Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî UNFT
Komeleya Pêşketina Jinê ya Bejahî, Fîlîstîn
Rabiha El-Farisi- Rêxistina Mafên Jinê, Lîbya
Selwa Giga- Endama Komîteya Aştî, Ewlekarî û Jinê ya Yekîtiya Efrîkayê
CODESA- Komeleya Parêzvanên Mafên Mirovan a Sehra ya li Rojavayê Sehrayê ya Dagirkirî Hanan
Mahjubi- Endama Partiya Sosyalîst, Seroka Komeleya Femmes Masarat, Tûnis
Aidah Nasrallah- Seroka Komîteya Mafên Jinê ya Lubnanê
JÎN- Saziya Jinê, Lubnan
Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz, Lubnan
Ayşa Husu, Hevseroka PYD'ê
Khadija Ryadi, aktîvîsta mafên jinê, Fas
Ruba Ude, Endama Koordînasyona Meşa Jinê ya Cîhanê, Fîlîstîn
Selay Ghaffar, Berdevka Partiya Piştevan a Efganistanê
CPAZ – KoordÎnasyoan têkoşînê, entegrasyon, hikumet û aştiyê
Abya Yala Feminists, Emerîka Başûr
Rita Laura Segato, Profesora Zanîngeha Brasiliayê
Catherine Walsh, Ekvatorlu activist / Hîndekara Zanîngeha Simon Bolivar
Dr. Sylvia Marcos, Profesora Teolojî ya femînîst a Zanîngeha Ibero-Amerika
Permanent Seminar of Gender and Anthropology, IIA- UNAM
Margaret Owen, parêzer, Îngilistan
Wendy Lyon, parêzera femînîst û aktîvîst, Îrlanda
Julie Ward, Parlamentera berê, Îngilistan
Debbie Bookchin, Rojnamevan, nivîskar, DYE
Meredith Tax, Nivîskar û aktîvîsta femînîst, DYE
Laura Corradi, Profesora civakî ya Zanîngeha Calabria, Îtalya
International Association of Philosophers, Îtalya