HBDH: Em li dijî komployan li ber xwe bidin, bi ser bikevin

HBDH: Divê em li her cihî li dijî komployê agirê berxwedanê mezin bikin, perspektîfa şoreşê ya yekbûyî bi serketinê bixin meriyetê.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de 'Şehîdên Fedayî' yên bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' şehîd ketin, bi rêzdarî hatin bîranîn û soz hate dayin ku wê bi serketina şoreşa yekbûyî xwedî li bîranîna wan derkevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedan li ku dibe bila bibe, hêvî, bawerî û hişmendiyê diafirîne. Berxwedana ji çiyê heta bajaran, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê, bersiva herî mezin a li dijî hesabên tarî û komployan e. Li dijî komploya ku vê meha Sibatê hatiye nûkirin, divê em li her cihî agirê berxwedanê geş bikin, perspektîfa şoreşa yekbûyî bixin meriyetê. Li dijî êriş û komployên dijmin li ser bingeha dirûşma 'Em faşîzmê têk bibin, azad ibibn' em li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Dem ew dem e ku ji rewşa parastinê derkervin û bi ser dijmin ve, bi ser faşîzmê ve biçin û azadiya xwe bi dest bixin. Li ser vê bingehê em bang li hêzên şoreşger, jin, karker, gundî, xwendekar, têkoşerên maf û rûmeta mirovahiyê dikin ku rêxistinî û têkoşîna me mezin bikin."