Li Êrîwanê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat dîlgirtin, li Êrîwanê hat şermezarkirin.

Îro saet 13:00’an saziyên Kurdan ên li Ermenistanê bi daxuyaniyek hevbeş komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Şewra Gelê Kurd Kinyas Hasanov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan, endama Yekîtiya Jina Azad Jenya Qadir û endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Ermenistanê Mirazê Cemal axivîn.

Di daxuyaniya hevpar de jî hat tekezkirin ku Tevgera Azadiyê tevî komplo û hemû êrîşan her roja ku diçe bi berxwedaniyê mezin ve bi hêz bûye.

Dîsa di daxuyaniyê de êrîşên dagirkerî yên li ser Garê hat bibîrxistin û hatiye gotin: “Hê ji destpêkê ve komplo hate pûçkirin. Lê îro nayê vê wateyê ku komplo bi dawî bûye.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Rêbertî tenê ne yê Kurdan, Rêberê hemû gelê herêmê, Rojhilata Navîn û mirovatiyê ye. Bi ruxmê hemû êrîş û komployan nekarîn Rêbertî û gel ji hev qut bikin. Em ê li dora paradîgmeya Rêbertî bi berxwedana gel û gerîla Rêberê xwe bi awayek fîzîkî azad bikîn.”