Li Aydinê 9 jinên HDP'î hatin destgîrkirin

Li navend û navçeyên Aydinê, polîsên Tirk 9 endam û rêveberên HDP'î destgîr kirin.

Operasyona destgîrkirinê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Aydinê hate meşandin. Li gelek navçe û navenda Aydinê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 9 jinên HDP'î hatin destgîrkirin.

Di serdegirtinan de her wiha gelek materyalên dîjîtal hatin destgîrkirin. Polîsan avêtin ser avahiya HDP'ê ya Aydinê. Lêgerîn li gorî dema herêmê saet di 12:00 dewam dikir.

Kesên hatin destgîrkirin: Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ayfer Demîrer, Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Aysel Bahtiyar Unsel, Hevseroka Dîdîmê Mehtap Bozkûrt, Hevseroka Sokeyê Sadegul Akalin, rêveberê bajêr Neslîhan Arvîş, Saadet Açik, Azîze Ergun, Nazli Boza û endama HDP'ê Soylemez Akalin.