Ji bo betalikirina Fermannameya Sîxuriyê doz hat vekirin

Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, ji bo betalkirina "Fermannameya Sîxuriyê" li Dadgeha Şêwirmendiyê doz vekirin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, ji bo betalkirina "Fermannameya Sîxuriyê" ya li gorî xala 19. a Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê hat amadekirin, li Dadgeha Şêwirmendiyê doz vekirin.

Rêxistinên hiqûqê der barê mijarê da xuyanî dan û gotin, "Kar û barên dîktatoriya qesrê û hikûmeta AKP'ê ku erk û rewabûna wê cihê nîqaşê ye, bêbawerî û qutbûna ji hev a civakê mezin kirine."

Hiqûqnasan diyar kirin ku fermannameya sîxuriyê nuqteya dawî ya polîtîkayên şerê qirêj û tarî yên desthilatdariyê radixe pêş çavan û ji bo betalkirina "fermannameya sîxurkirina civakê" li dijî Wezareta Karên Hundir li Dadgeha Şêwirmendiyê doza betalkirinê vekirin.