Malpera DÎHA cara pêncan hat astengkirin
Qedexe û sansura dewleta Tirk a li hemberî çapemeniya azad, dewam dike. Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyon, cara pêncan malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) asteng kir.
Qedexe û sansura dewleta Tirk a li hemberî çapemeniya azad, dewam dike. Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyon, cara pêncan malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) asteng kir.
Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyon, cara pêncan malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) asteng kir. Di 24'ê Tîrmehê de bi bombebarankirina Herêmên Parastinê yên Medyayê re malpera www.diclehaber.com hate girtin. Piştî vê girtinê bi dorê malperên www.diclehaber.com.tr, www.dihanews.com û www.dihanews.net hatin girtin. Niha jî malpera www.diclenews.org ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyon ve hat girtin.
DÎHA ku tevî hemû astengiyan jî bi dirûşmeya "Ji rastiyan ti carî tawîz nayê dayîn" xebatên xwe didomîne, destnîşan kir ku ew ê weşanên xwe tevî sansur û astengiyan jî dewam bike.