Gundiyên Dêrsimî: Werin em xwedî li nirxên xwe derkevin
Walîtiya Dêrsim ku berî sê rojan rêya bejahî ya Dêrsim-Pulur, Dêrsim-Erzînganê li çûn û hatinê girt, biryar da rê veke. Gundiyan jî diyar kirin ku operasyonên li herêmê dewam dikin.
Walîtiya Dêrsim ku berî sê rojan rêya bejahî ya Dêrsim-Pulur, Dêrsim-Erzînganê li çûn û hatinê girt, biryar da rê veke. Gundiyan jî diyar kirin ku operasyonên li herêmê dewam dikin.
Gundiyên li Geliyê Pilemûrê debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin, li dijî konsepta şer a dewletê xwedî li xaka xwe derdikevin.
BANGA VEGERA LI GUNDAN
Gundiyên Dêrsimî bang li hembajariyên xwe yên çûne metropolan kirin û gotin, "Vê erdnîgariyê êşên me vegot, em ê vê erdnîgariyê neterikînin. Operasyonan dîsa destpê kirin. Me carekê terikand, wan jî şewitand û hilweşandin. Em ê destûrê nedin Komkujiya '38'an careke din rû bide. Bila her kes li gundê xwe vegere, xwedî li nirxên xwe derkeve."
Di vê navberê de tevgera hewayî ya li geliyên Pilemûr û Mûnzûrê dewam dike.