Li Bensheîmê koordînasyona hilbijartinê ava bû
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Bensheîmê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, bi armanca destekkirina HDP'ê koordînasyoke xebatê ava kirin.

Di civînê de koordînasyona hilbijartinê ya ji 30 kesan hat avakirin û ev koordînasyon bi 4 komên cuda hat birêxistinkirin. Her komîsyon wê di nava hilbijêrên Pazarcix, Riha, Botan û Çermûgê bixebite.
Ji bo berdevkiya koordînasyonê Edîp Kaya hat wezîfedarkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî wê weke buroya hilbijartinê bê bikaranîn. Di ser buroyê re hem ê agahî bên parvekirin hem jî yekser ji hilbijêrên serlêdanê bikin re, agahî were dayîn.
Li Bensheîm û derdora wê ku li eyaleta Hessenê ye, bi giranî Kurdên ji Mereş-Pazarcixê, Riha, herêma Botan û navçeya Amed Çermûgê dijîn.