Operasyonên girtin û binçavkirinê îro jî dewam kirin

Li Dêrsimê 8 kes hatin girtin. Li Stenbol, Şirnex û Mêrdînê jî gelek welatî hatin binçavkirin.

AKP a ku operasyonên xwe yên leşkerî û înfaza sivîlan dewam dike, her roj gelek mirovan digire û bin çav dike. Li Dêrsimê 8 kesên din hatin girtin. Polîsan li Stenbol, Şirnex û Mêrdînê jî avêtin ser gelek malan.

DÊRSIM

8 kesên berî çend rojan li navçeya Dêrsim Qisleyê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Zulfu Yuksel jî di nav de 8 kesan li dozgeriyê îfade dan. Dozgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê", welatî sewqî dadgeha nobedar kir. 8 welatî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

STENBOL

Li taxên Esenler, Esenyûrt, Bagcilar û Kuçukçekmece yên Stenbolê, polîsan danê vê sibehê avêtin ser gelek navnîşanan. Der barê operasyona bi maşînên zirxî û polîsên tevgera taybet hat meşandin de, agahiyeke zelal bi dest neket. Hat ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Şirnex Elkê, polîsan danê sibehê avêtin ser 10 malan. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Devlet Yîgît û Ciwan Akiman hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Hat ragihandin ku di nava malên polîsan avêtin ser de yên Hevşaredaran û Hevserokên DBP û HDP'ê yên navçeyê jî hene. Hat gotin ku polîsan di serdegirtinan de deriyê malan şikandine.

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, polîsên tevgera taybet û TEM danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinên li taxên Cevîzpinar û Tepebag de, Cîgirê Şaredara berê ya Dêrikê Dogan Ozbahçecî, xebatkarê Şaredariyê Alaattîn Ecer û Rênas Odûncû hatine binçavkirin. Her sê kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Dêrikê.