"Divê heta 10'ê Îlonê hilbijêrên nehatibe qeydkirin nemîne"

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya derveyî welat, der barê hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hilbijêran kir. Koordînasyonê ji hilbijêran xwest, heta 10'ê Îlonê qeyda xwe çêbikin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya derveyî welat, der barê hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hilbijêran kir. Koordînasyonê ji hilbijêran xwest, heta 10'ê Îlonê qeyda xwe çêbikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya derveyî welat ji pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropa û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk pêk tê û hat destnîşankirin, ku koordînasyon ji her kesî re vekiriye, lewma her kes dikare di nava komîsyonên HDP'ê de cih bigirin.

Koordînasyonê got, "Li derveyî welat wê di navbera 8-25'ê Cotmehê de deng werin bikaranîn. Ji bo em karibin di nava demeke ewçend kurt de xwe bigihînin hilbijêran, tempoyeke bilind a xebatê divê. Pêwîstiya me bi her kesên dixwazin weke dildarê HDP'ê tevlî xebatên hilbijartinê bibe û cihê xwe di nava komîsyonan de bigire, heye" û ev xal destnîşan kir:

AGAHIYÊN JI BO HILBIJÊRAN

"Ji bo li derveyî welat deng were bikaranîn, divê li lîsteya hilbijêran qeydkirî bin. Hilbijêrên me dikarin di malpera YSK de, bi dayîn agahiyên nasnameya xwe re li qeyda xwe bipirsin.

Hilbijêrên di lîsteya hilbijêran de ne qeydkirîne, divê heta 10'ê Îlonê xwe qeyd bikin. Qeydkirin jî bi dagirtina forma diyarkirina nasnameya xwe, bi serlêdana li konsolosxaneyê dibe. Divê ev serlêdan bi şexsî were kirin, ji ber ku serlêdanên bi rêya postayê li ber çavan nayê girtin. 

Ji bo kar û barên qeydkirinê, konsolosxane wê dawiya hefteyê jî vekirî bin. Ji bo qeydkirina navê xwe, nasname yan jî belgeyeke fermî ya bi wêne, divê."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hilbijêr bi rêya komeleyeke destekê dide HDP'ê agahiyan li ser dengdayînê werbigirin û hat gotin, "Li her bajarî komeleyên destekê didin HDP'ê û komîsyonên me yên hilbijartinê bi her awayî ji dayîna alîkariyê re amade ne."

'EM CAREKE DIN DESTHILATDARIYA QESRÊ TÊK BIBIN'

Koordînasyonê hişyarî da ku piştî 10'ê Îlonê bi ti awayî qeyd nema dikare bê kirin û got, "Girîng e hilbijêrên me vê dema kurt bi awayê herî baş bi kar bînin û bikevin nava hewldaneke aktîf. Divê ti hilbijêreke/î nehatiye qeydkirin nemîne.

Li dijî şerê qesrê û AKP'ê li hemberî gelê me dimeşîne, ji bo yekîtiya demokratîk a gelan û pêkanîna aştiyê, ji bo careke din têkbirina desthilatdariya qesrê, em bang li hemû mirovên hestyar, demokrat, pêşverû, kedkar, alîgirên aştiyê, dostên xwe, jin, ciwan, pêkhateyên Elewî yên demokratîk, misilman-mûxafazakarên samîmî-durust, Êzidî û mirovên ji her bawerî û gelan dikin ku dengê xwe bidin HDP'ê û ji bo serketina HDP'ê bixebitin."