Wekîlên Şirnexê yên HDP'yî: AKP'ê pêşî li komkujiya sivîlan vekir

Parlamenterên Şirnexê yên HDP'yî destnîşan kirin, ku polîtîkaya AKP'ê a li hemberî Kurdistanê rê li ber komkujiya sivîlan vekiriye.

Parlamenterên Şirnexê yên HDP'yî destnîşan kirin, ku polîtîkaya AKP'ê a li hemberî Kurdistanê rê li ber komkujiya sivîlan vekiriye. Wekîlan diyar kirin ku AKP dixwaze gelê Kurd ceza bike û xwestin, yên di înfazan de berpirsyariya xwe hene bên darizandin. Wekîlan bang li gel jî kirin, ku dengê aştiyê bilind bike.

Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez, Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, li ser înfaza sivîlan li Şirnexê, li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di metna ji aliyê Bîrlîk ve hat xwendin de hat gotin, "Baweriya bi çareseriya pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlekariyê, sedema yekane ya dubarebûna paşerojê û kûrbûna pirsgirêkê ye."

'AKP'Ê BERÊ ÇEKA HÊZÊN ÇEKDAR ÊN DEWLETÊ DA GEL'

Bîrlîk diyar kir ku desthilatdariya siyasî ya ku hemû nerazîbûnên demokratîk ên gel weke gefek li hemberî xwe fêm dike, ji bo parastina desthialtdariya xwe berê êrîşa hêzên çekdar ên dewletê daye gel û got, "Vê konsepta nû ya dewletê, tevî qedandina pêvajoya aştiyê, di heman demê de rê li ber komkujiya sivîlan vekiriye."

Bîrlîk anî ziman ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de vîna demokratîk a gel xwe di sindoqan de daye nîşandan û got, "Desthilatdariya AKP'ê ya veguheriye tîranekê, derbeke mezin xwar. AKP a nekarî vê encama demokratîk qebûl bike, konsepteke ku berdêla vê bi gel bide dayîn, xist dewrê û welat veguheran qada şer."

'SIVÎL TÊN QETILKIRIN, GEL NIKARE JIYANA XWE YA ROJANE BIDOMÎNE'

Bîrlîk da xuyakirin, ku bajarê Şirnexê jî di çarçoveya ve konsepta nû de ji hewldanên bê hiqûqî, şîdet û komkujiyê para xwe wergirtiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Desthilatdariya AKP'ê bi îlankirina herêmên ewlekariyê yên leşkerî re li herêmê rewşeke de-facto ya awarte xist meriyetê û polîtîkayeke tundiyê ya giran xist meriyetê. Di encama van pêkanînên ne kêmî yên salên 90'î de, gelê herêmê ket nava rewşeke welê ku nema dikare jiyana xwe ya rojane bidomîne, nikare biçe ser zeviyê xwe, nikare li kolanên xwe bi dilrehetî bigere. Li herêmê, koçberiya ji gundan careke din destpê kir."

Bîrlîk destnîşan kir ku dewlet a divê welatiyan biparêze û ewlekariya wan bike, veguheriye amûreke zilmê û anî ziman ku ewlekariya jiyanê ya gel ji holê hatiye rakirin. 

LI ŞIRNEXÊ 14 SIVÎL JI ALIYÊ HÊZÊN DEWLETÊ VE HATIN QETILKIRIN

Bîrlîk got, "Ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve li navenda bajarê Şirnexê Adem Îrtegun (16) û Bahrî Kulter, li Cizîrê Abdullah Ozdal û Hasan Nerse (17), Emîn Yanaş (10), Eyup Ergen (27), Mesût Sanri (39), Baran Çagli (7), Sahîp Akil (31), li Silopiyayê Hamdîn Ûlaş (58), Mehmet Hidir Tanboga (17), Kamûran Bîlîn (27), Fatma Ay (55) û li Hezexê Cebbar Acer (20) ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, nêzî 30 kes birîndar bûn."

'AKP BI DORPÊÇKIRINA HERÊMÊ RE HEWL DIDE GEL CEZA BIKE!'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Desthilatdariya siyasî ya ku mûxalefeta HDP'ê li hemberî xwe weke gefeke mezin dibîne, ji bo fetisandina vê bloka nû hemû derfetên xwe bi kar tîne. Cihên ku di asteke bilind de deng dane HDP'ê weke Herêma Ewlekariyê îlan dike û bi dorpêçkirina herêmê re dixwaze ceza bike. Piştî ku Baran Çagli yê 7 salî, Firat Sîmpîl ê 13 salî, Emîn Yanaş ê 10 salî, Adem Îrtegun ê 16 salî hatin qetilkirin, em dibêjin her serketinek hilbijartinê ya li ser xwîn û rondikan bê bidestxistin, biçe cihenemê."

Wekîlên Şirnexê dan xuyakirin ku di van rojên dîrokî de divê Meclîs bi berpirsyarî rabe û gotin, "Divê Meclîs ne ji bo şer, ne ji bo tezkereyê, ji bo aştiyê bi lezgînî bicive. Ji vê derê em bang li Meclîsê dikin, ku weke vîna gel tê nîşandan: Desthilatdarî ji bo hêrs, daxwaz û rantê zilmê li gel dike, gel dikuje, gel ber bi pêşerojeke tarî ve dehf dide. Yên li di civînên li qesrê de ya tê ber dev dibêje, bila bi tenê saetekê li Cizîrê, li Silopiyayê, li Geverê, li Şirnexê bimîne. Hingî em ê bibînin ku dikarin bisekinin? Agir cihê lê ye dişewitîne. Yên ji ber xwe ve diaxivin, ji vê şerî feydê dibînin. Tirkiye ber bi şerekî navxweyî ve tê dehfdan. Divê hemû gelên Tirkiyeyê biherikin kolanan û bêjin 'ti zarokê me nîne em ji bo pêşeroja qesrê feda bikin'. Rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên din ên siyasî, rewşenbîr, hunermendên weke wijdanê civakê tên zanîn, divê qîma xwe bi daxuyaniyan nînin. Destekkirina şer, bêdengmayîn, meşandina propaganda şer, mirovahiyê ber bi felaketê ve dibe. Tirkiye ber bi vê felaketê ve tê dehf dan."

Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê xwestin, der heqê hêzên ewlekariyê yên mirovên sivîl înfaz kirine, der barê amîrên wan ên fermana înfazê dane de lêpirsîneke xurt were destpêkirin, bên darizandin û cezakirin.