2 bot binav bûn: 11 mirî, 5 winda
2 botên koçberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê dibirin Yewnanîstanê binav bû. Hat ragihandin, ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî winda ne.
2 botên koçberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê dibirin Yewnanîstanê binav bû. Hat ragihandin, ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî winda ne.
Li navçeya Mûgla Bodrûmê, 2 botên koçberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê dibirin Yewnanîstanê binav bûn. Bota 16 koçber tê de bûn, ku ji qada Aspat a taxa Akyarlarê berê xwe da girava Kos a Yewnanîstanê, binav bû. Ji koçberan 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hatin rizgarkirin. Hat ragihandin ku 5 kes jî winda ne. Ji bo dîtina 5 kesên winda, lêgerînên li derya û hewayê dewam dikin.
Boteke din a 6 koçber tê de bûn, ji qada Alîhoca ya taa Akyarlarê berê xwe da girava Kosê, lê ew jî binav bû. Di vê bûyerê de 3 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî ji ber êlekê rizgariyê lê bûn, bi awayekî ji ser hişê xwe çûyî, gihaştin peravê.