Rojnamevanên Îngilîz jî hatin sirgûnkirin

Rojnamevan Jacop Phîlîp John Gîngell-Hanrahan û Phîlîp John Pendlebûry û tercûmanê wan Mûhammed Îsmaîl Resûl ên li Amedê hatin girtin, sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hatin kirin.

Nûçegihan Jacop Phîlîp John Gîngell-Hanrahan, kameraman Phîlîp John Pendlebûry ên di qenala nûçeyan a înternetê ya bi navê VICE News de dixebitin û ji bo şopandina nûçeyê hatin Amedê, tevî tercûmanê xwe yê bi navê Mûhammed Îsmaîl Resûl hatin girtin û sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hatin kirin.

Rojnamevan duh êvarê, bêyî sedemek were nîşandan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin wergirtin û sirgûnî Edeneyê hatin kirin.

Parêzer Erhan Urkut got, "Lêpirsîn li Amedê tê meşandin, lê rojnamevan şandine Edeneyê. Bi vî rengî wê zehmet be desteka hiqûqî ji rojnamevanên biyanî re were dayîn. Dixwazin bi vî rengî nehêlin ku rojnamevan xwe bigihînin edaletê."