Li dijî şerê qesrê nobeda aştiyê
Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi sedan kes bi pêşengiya Bloka Aştiyê ya Beyoglûyê li Kolana Mîss hatin cem hev û li dijî şerê qesrê nobeda aştiyê girtin.
Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi sedan kes bi pêşengiya Bloka Aştiyê ya Beyoglûyê li Kolana Mîss hatin cem hev û li dijî şerê qesrê nobeda aştiyê girtin.
Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi sedan kes bi pêşengiya Bloka Aştiyê ya Beyoglûyê li Kolana Mîss hatin cem hev û li dijî şerê qesrê nobeda aştiyê girtin. Di nobeda ku hunermend Ferhat Tûnç, Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy, parlamenterê berê yê HDP'ê yê Agirî Halîl Aksoy jî lê amade bûn, beşdaran ji bo aştiyê dengê xwe bilind kirin. Girseya gel wêneyên şehîdên Pirsûsê hil da û vekirina pankarta bi nivîsa "Ji bo aştiyê serî rake, biqîre, jiyanê biparêze, têbikoşe, bi medyayê nexape" lanet li şerê qesrê anî. Di çalakiyê de li ser navê Bloka Aştiyê ya Beygolûyê Reyan Tûvî daxuyanî xwend.
'JI BER HÊRS Û DAXWAZA DESTHILATDARIYÊ EM DIMIRIN'
Tûvî bi gotina "Roj mirinê ji me re tînin... Rojên me yek bi yek dimirin... Zarokên me dimirin, jinên me dimirin, ciwanên me dimirin, extiyarên me dimirin... Li Pirsûs, Farqîn, Cizîrê em dimirin... Li Liceyê em dimirin... Li Hopa em dimirin" dest bi axaftina xwe kir û got, "Ji ber ku serdest dixwazin em dimirin; ji ber daxwaza desthilatdariya bi tena serê xwe ya qesrê em dimirin; li Hopayê ji ber ku xwezaya me hat qetilkirin em dimirin; ji ber rantê em dimirin."
Tûvî anî ziman ku rojên qesrê yên li dijî gel şer îlan kiriye, bi derewan, bi nelirêtiyê, bi plankirina komkujiyên nû derbas dibin û bibîr xist ku şer ji bo serdestan, bi qasî nan û avê pêwîstiyeke.
Tûvî got, "Dixwazin talankirina qadên xwezayî yên welatê me bi zordarî û bêhiqûqî, dizî û nelirêtiya xwe binixumînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku çek dan çeteyên li Sûriyeyê û sûcê şer kirin, ditirsin werin dadgehkirin. Naxwzin hesabê kuştina jinan ku veguheriye qirkirina jinê, bê pirsîn. Naxwazin hesabê kuştina karkeran û komkujiya madenkaran a li Somayê bidin. Naxwazin welat bibe xwedî demokrasiyeke rasteqîn ku jin lê azad e, kedkar xwedî rêxistin e û gel xwedî mafê gotinê ye. Em niha di nava şerekî topyekûn de ne! Em, yên xwişk û birayên hev li Farqîn, Hopa, Soma, em bi bindest, xizan, karker û kedkar dimirin... Divê em bi biratiyê bijîn, aştiya xwe bi hev re ava bikin."
Girseya gel heta saet 24'an çalakiya xwe bi stran, axaftin û lîstikên şano dewam kir.