Sonmez: Divê destûra bingehîn a nû li ser xweseriya demokratîk ava bibe!

Aborînas Mûstafa Sonmez destnîşan kir ku divê modela xwerêveberiyê bi cih were anîn û got, "Dema gel bi rêyên meclîsên, tax, herêm û şaredariyan tevlî pêvajoyan bûn, hingî mirov dikarin behsa demokrasiya rasterast bikin."

Aborînas Mûstafa Sonmez destnîşan kir ku divê modela xwerêveberiyê bi cih were anîn û got, "Dema gel bi rêyên meclîsên, tax, herêm û şaredariyan tevlî pêvajoyan bûn, hingî mirov dikarin behsa demokrasiya rasterast bikin."

Aborînas-Nivîskar Mûstafa Sonmez, li ser îlanên xwerêveberiyê ji ANF'ê re axivî.

Bi îlanên xwerêveberiyê re mesajeke çawa tê dayîn?

Xweseriya demokratîk a ku di nava raya giştî de bi giranî weke projeyeke tevgera siyasî ya Kurd tê pêşkêşkirin, ji aliyê cewherî ve pêşniyareke 'şoreşê' nîne, 'reform' e. Yanî dema bi cih hat anîn, wê têkiliyên mulkî û çînî yên rejîma me, ji binî ve neguherîne; modeleke ku gelek welatên Yekîtiya Ewropayê bi cih tê anîn e. Şabloneke xwe ya bi tenê nîne, sîstemeke li gorî xweseriyên xwe li her welatî tê. Prensîba bingehîn ew e ku erk û berpirsyariyên ji civakê hatine wergirtin û li 'navendê' hatine komkirin, ji 'xwecihî-herêman' re bên ragihandin e. Pêkanîna veguehrîneke bingehînî a wekhev û demokratîk e, ku di navbera navendê û herêman de hevsengiyekê diafirîne.

'BI BÎLANÇOYA GIRAN A REJÎMÊ RE DIYAR E ÇIQASÎ PÊWÎSTÎ PÊ HEYE'

Çima pêwîstî pê heye?

Ji bîlançoya giran a rejîma AKP'ê û daxwaz-hêrsa Recep Tayyîp Erdogan a ji bo serkatiyê, tê fêmkirin ku ev sîstem çiqasî pêwîst e. AKP'ê di dema desthilatdariya xwe ya li ser qanûnçêkirin û rêveberiyê de hewl da dadgeriyê jî tevlî vê desthilatdariya xwe bike. Bi gumana 'wê li derveyî kontrola min be', artêş, zanîngeh, medya cemaweriyê, çi hebe hemû bi xwe ve girê da û dest bi hin operasyonên tinekirinê ku komplo jî di nav de hebûn, kir. Bi bêbandorkirina Dadgeha Muhasebeyê re budçe ji rewşa bê kontrolkirin, derxist. Weke ku girîngê dide rêveberiyên herêmî xwe nîşan da, lê rêveberiyên herêmî qels û biçûk kir. Li Tirkiyeyê, rêveberiyên herêmî ancax ji sedî 10 ê xerckirinên cemaweriyê bi kar tîne... Erdogan xwest nuqteya dawî bi îlankirina Serokatiyê re li vê sîstemê deyne. Lê belê bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re ev daxwaza wî di berde ma. Dîsa jî dest jê naqere. Dixwaze di 1'ê Mijdarê de careke din vê biceribîne.

'BI MECLÎSÊN HERÊMÎ RE AFIRANDINA ÇARESERIYÊ'

Tirkiye welatekî ji gelek nasnameyan, gelek çandan, bi qasî 80 mîlyon mirovan û ji her alî ve newekhevî lê heye. Li welateê ku bi şêweyê 81 bajaran tê bi rêvebirin, her bajar û herêmek xwedî pirsgirêkên cuda ne, ku herêma din eleqedar nake. Rêvebirina van hemûyan ji navendê, ji Enqereyê, ne rewşeke aqilane ye. Hewldana çareserkirina pirsgirêkên van bajaran di nava heman şablonan de, windakirina demê ye. Tevlîbûna gel bi tenê her 5 salan carekê bi hilbijartinan tê kirin. Ji vê re jî demokrasî tê gotin. Ev yek pêkenokî ye û şerm e. Ya rast ew e ku ji hemû herêman re erk were dayîn ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin û 'xweseriya' hemû herêman a ji meclîsên herêmî bê naskirin.

Erkên bi çi rengî?

Ev yek dikare bi guhertineke destûra bingehîn re werin destnîşankirin. Ji parastinê heta polîtîka derve, ji maliyeyê heta makroekonomiyê, navend dikare bibe xwedî van erkan. Lê belê ji bilî van çiqas erk hebe divê rastî herêman were kirin. Pêwîstî bi ji nû ve keşifkirina Amerîkayê nîne. Lêkolînkirina destûrên bingehîn ên welatên xwedî reng û nasnameyên cuda, ji bo afirandina modelekê têrê dike.

'JI BO DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ DIVÊ'

Xweseriya demokratîk wê çi bide Tirkiyeyê?

Tirkiye êdî nema dikare ji navendê ve were birêvebirin. Ji ber çi nikare? Ji ber ku hêzeke ewçend xurt a di destê navendê, bi kêrî demokrasiyê nayê. Eger welatek dixwaze demokratîk bibe, divê erk û berpirsyariyên xwe ji navendê radestî herêman bike. Ji xwe Yekîtiya Ewropa ya xwedî îdîaya bûyîna demokrasiya bûrjûva ye, girîngiyeke gelekî mezin dide radestkirina erk û berpirsyariyê ji bo herêman. Haya xwe ji vê jî heye; ev yek îstiqrareke siyasî jî tîne. Ji ber ku dema giranî li ser navendê be, hingî hin derdor (etnîk, olî, zayendî hwd.) wê neyên temsîlkirin. Lê belê erk radestî herêman bê kirin, ev derdor jî wê karibin xwe li qada herêmî temsîl bikin û bi vî rengî îstiqrarek wê derkeve holê. Lewma şertekî xwe yê bi navê Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî, ku pêşniyarî hemû endam û namzetên xwe kiriye. Tirkiye li dijî hin xalên vê şertê derketiye, lê gotiye 'erê'. Xalên ku Tirkiye li dij derketiye, xalên ku berpirsyariya herêman zêde dikin e. Ew dijderketin nebe jî, wê bersiv ji xweseriya demokratîk re bê dayîn? Na. Xweseriya demokratîk pêwîstiya xwe bi guhertina destûra bingehîn heye.

'PROJEYEKE ÇÊKER Û PÊŞKETÎ'

Her herêm wê bi çi rengî xwe bi rêve bibe?

Divê destûra xwe ya bingehîn çêbike û bide erêkirin. Bi dîtina min projeya xweseriya demokratîk, projeyeke baş, çêker û pêşketî ye. Nêrîneke welê ye ku tevahiya siyasê, ji demokratên sosyal heta sosyalîstan, hemû nêrînan nêzî hev bike. Eger ev bi cih were anîn wê Tirkiye ji aliyê demokrasiyê ve pêngaveke serdemî biavêje. Lewma, li gorî min ev yek rerformeke îdarî ye ku dikare bi hêsanî bikeve nava bernameya CHP'ê jî HDP'ê jî. Ji ber ku demokrasî tê wateya mafê gotinê yê girseyan. Ne çar pênc salan çûyîna ser sindoqan û dengdayîn e. Demokrasî ew e ku herêm der heqê xwe de karibe biryarê bide, tevlî pêvajoyan bibe û encaman kontrol bike.