Pêncemîn Şaredariya Îtalyayê ya birayê Kobanê: Lîvorno

Piştî Şaredariyên Napolî, Genova, Palermo û Roma, Meclîsa Şaredariya Lîvorno jî bi piraniya dengan, projeya biratî û dostaniya bi Kobanê, Qamişlo û Pirsûsê re qebûl kir.

Piştî Şaredariyên Napolî, Genova, Palermo û Roma, Meclîsa Şaredariya Lîvorno jî bi piraniya dengan, projeya biratî û dostaniya bi Kobanê, Qamişlo û Pirsûsê re qebûl kir. Nûnerên Şaredariya Lîvorno, wê di nava şandeya ji bo vekirina korîdora alîkariya însanî ya ji bo Kobanê di 12-17'ê Îlonê de biçe Pirsûsê de, cih bigirin.

ŞANDEYA ÎTALYA WÊ DI 12-17'Ê ÎLONÊ DE LI PIRSÛSÊ BE

Ji bo vekirina korîdora alîkariya însanî ya ji Kobanê re, pêr li Şaredariya Lîvorno daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Civîna çapemeniyê ya ji aliyê Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê ÛÎKÎ ONLÛS, Mezza Lûnna Kurdistan Îtalîa Onlûs (MLRK) û Rete Kurdistan ve hat organîzekirin, bi nûnerên Meclîsa Şaredariya Lîvorno û partiyên siyasî hat lidarxistin. Di civînê de Şaredarê Lîvorno Cepperallo Gîovanna, Alîkara Şaredar Stella Sorgenta, Endamê Meclîsa Partiya Boûngîorno Marco Brûcatî, Nûnerê Partiya Danîele Esposîto PD Alessîo Cîampînî amade bûn. Di civîna çapemeniyê de, endamê şandeya ku wê di 12-17'ê Îlonê de ji bo vekirina korîdora însanî ji Kobanê re biçe Pirsûsê endamê Meclîsa Partiya Boûngîorno Marco Brûcatî peyivî. Brûcatî diyar kir ku piştî êrîşa DAIŞ'ê gelek sivîl neçar man ji Kobanê koç bikin û yên vegeriyane bajêr jî, ji pêwîstiyên bingehîn ên elektrîk, av û xwarinê bêpar in. Brûcatî der barê programa şandeyê de agahî da û destnîşan kir ku divê tevna piştgiriyê ya li Îralyayê ji bo Kobanê hatiye avakirin, bê xurtkirin. Brûcatî da zanîn, ku girîng e kantonên Rojavayê Kurdistanê li qada navneteweyî bi awayekî fermî werin naskirin û ji bo kampanya navneteweyî ya ji nû ve avakirina Kobanê, destek xwest. Her wiha aşkera kir, ku piştî Şaredariyên Napolî, Genova, Palermo û Roma, Meclîsa Şaredariya Lîvorno jî bi piraniya dengan, projeya biratî û dostaniya bi Kobanê, Qamişlo û Pirsûsê re qebûl kiriye.

'DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE RAKIRIN'

Di civîna çapemeniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat rojevê. Serokê Koma Citta Dîversa Marco Cannîto di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku ew polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî ocalan weke pêkanînek li dijî tevahiya Kurdan dibînin. Cannîto destnîşan kir ku wekeb ersiva ji dostaniya Ocalan re, divê raya giştî ya Îtalyayê mijarê di rojevê de bihêle û meclîs jî di vî warî de bixebite.

...