Li Riha û Agirî girtin û binçavkirin

Li Riha û Agirî 4 kes hatin girtin, 3 kes jî hatin binçavkirin.

Di çarçoveya konsepta şer a AKP'ê de operasyonên girtin û binçavkirinê bê navber dewam dikin. Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Agirî jî 3 kes hatin binçavkirin.

RIHA

Bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi êrîşên li hemberî rêxistina AKP'ê ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê û polîsên li pêş Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol heye, Omer Akpolat, Vedat Donûker, Servet Kiliç û Recep Çalişkan ên hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê radestî 2. Dadgeha Ceza ya Sûlhê hatin kirin. Her çar kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "ragirtin û bikaranîna madeya teqemeniyê" hatin girtin. Her çar welatî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê. Li aliyê din hat ragihandin ku li hin beşên bedena Akpolat şopên werimînê hatiye dîtin.

AGIRÎ

Li Agirî jî, xebatkarê Şaredariya Agirî Ridvan Kahraman û Erhan Mûglay ên di serdegirtinên malan ên 30'ê Tebaxê de hatin binçavkirin û piştre hatin berdan, li ser dijderketina dozgeriyê careke din hatin binçavkirin. Guven Akbalik jî tevî ku piştî hat binçavkirin serbest hat berdan, ji ber dijderketina dozgeriyê careke din hat binçavkirin.