Çalakiyên li Ewropayê yên li dijî binçavkirinan dewam dikin

Li dijî binçavkirina 11 parlamenterên HDP'ê, ku hevserok jî di nav de ne, Kurdistaniyên li Ewropayê li gelemperiya cîhanê bi taybetî li welatên Ewropayê çalakiyan lidar dixin.

Li gelek welatan, bi hezaran kes li ber Konsolosxaneyên Tirkiyeyê li hev civiyan û li dijî binçavkirinan banga berxwedanê dikin.

LI STRASBOÛRGÊ MEŞ; SAET DI 13:00 DE LI BER KONSOLOSXANEYÊ

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê gelek kes li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan. Kurdistaniyên ku bi binçavkirinê hesiyan, di kêliya destpêkê de herikîn komeleyê û piştre li ber Gara Trenê ya Navendî meşek dan destpêkirin. Kurdistanî heta Place Kleber meşiyan û çalakiya xwe heta saet 02:40 dewam kirin. Kurdistanî wê îro saet di 13:00 de bi beşdariyeke xurt li ber Konsolosxaneya Tirk a li Strasboûrgê li hev bicivin.

LI MANNHEÎMÊ MEŞ

Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê û derdora wê dijîn, ji ber Haûptbahnhofê heta navenda bajêr meşiyan. Îro saet di 17:00 de wê li Paradeplatzê meşeke din were lidarxistin.

LI BER KONSOLOSXANEYA TIRK A LI ROMAYÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ

Çalakiya li paytexta Îtalya Romayê, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat. Kurdistanî û Îtalliyên li ber konsolosxaneyê li hev civiyan dirûşmên "em ê serî li ber faşîzmê netewînin" qîriyan.

FRANFÛRT

Kurd û dostên wan ên li bajarê Frankfûrt û derdora wê dijîn li Romerplatzê l hev civiyan û çalakiya protestoyî lidar dixin. Çalakger ji Haûptwacheyê heta Haûtpbahnhofê dimeşin.

TORONTO

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê li hev civiyan, çalakiyê lidar dixin. Kurdistanî dirûşmên berxwedanê li dijî faşîzma AKP'ê diqîrin.

BI SEDAN KESÎ LI DORTMÛNDÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ PÊK ANÎN

Bi sedan ksên li Haûptbahnhof a bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li hev civiyan, li nava gara trenê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de bang li Kurdên li bajarên derdorê dijîn hat kirin, ku dakevin kolanan.

LI STÛTTGARTÊ BI SEDAN KES LI HEV CIVIYAN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê dijîn, operasyonên qirkirina siyasî li Schlosplatzê şermezar kirin. Bi qasî 300 kesên li vir li hev civiyan, çalakî pêk anîn û dan xuyakirin, ku ew ê çalakiya xwe saet di 11:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk bidomînin.

LI ESSENÊ WÊ SAET DI 12:00 DE BER BI KONSOLOSXANEYA TIRK MEŞEK WERE LIDARXISTIN

Kurdistaniyên li Essenê wê saet di 12:00 de li komeleya Kurdan li hev bicivin û ber bi Konsolosxaneya Tirk ve bimeşin. Di daxuyaniya rêveberiya Essen NAVEND'ê de bang li girseya gel a li Essen, Bochûm, Gelsenkîrchen û Herneyê dijîn hat kirin, ku saet di 12:00 de beşdarî meşa protestoyî bibin.

LI BREMENÊ ÇALAKIYA LI AVAHIYA RADYO BREMEN

Gelek kesên li bajarê Bremen ê Elmanyayê li hev civiyan, ketin nava avahiya Radîo Bremenê û darbeya sivîl protesto kirin. Çalakgeran dan xuyakirin ku ev çalakiya wan a bêîteatiya sivîl wê heta danê sibehê bidome û banga tevlîbûnê li Kurdistaniyên li derdora Bremenê dijîn hat kirin.

LI LONDONÊ KURDISTANÎ LI BER AVAHIYA BBC LI HEV DICIVIN

Kurdistaniyên li paytexta Îngilîstan Londonê dijîn, li ber avahiya televîzyona BBC li hev dicivin.

...