Koordînasyona Ciwanên Azad banga çalakiyan li ciwanan kir

Koordînasyona Ciwanên Azad, binçavkirina Hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kir û bang li ciwanên Kurdistanê, hêzên enternasyonalîst û demokratîk kir, ku dakevin kolanan.

Koordînasyona Ciwanên Azad di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Qirkirina siyasî bi berxwedanê tê şikandin" û wiha dewam kir: "Dijminatiya faşîzma AKP'ê li Kurdan roj bi roj mezintir dibe. AKP terora xwe ya faşîst li her qadên jiyana civakî belav dike. Piştî dagirkirina şaredariyan û qedexekirina çapemeniya azad, yek bi yek davêjin ser malên parlamenterên HDP'ê û parlamenter tên girtin. Ev girtin, xeleka dawî ya polîtîka faşîzma AKP'ê ya dijminatiya li Kurdan e. Ev yek asta herî bilind a qirkirina siyasî ye.

Divê her cih veguhere qada çalakiyê. Bi şev û roj divê li kolanan dirûşmên azadiyê werin qîrîn. Dem ew dem e ku AKP û ekîba wî vê carê ji nav werin birin."