Êrîşî HDP'yiyan kirin: Hevserokê OHD'ê Alîşan Şahîn bi giranî birîndar bû
Polîsên Tirk ên avêtin ser Navenda Giştî ya HDP'ê, êrîşî xebatkar û endamên HDP'ê kirin, Hevserokê OHD'ê Alîşan Şahîn bi giranî birîndar kirin.
Polîsên Tirk ên avêtin ser Navenda Giştî ya HDP'ê, êrîşî xebatkar û endamên HDP'ê kirin, Hevserokê OHD'ê Alîşan Şahîn bi giranî birîndar kirin.
Piştî êrîşên binçavkirinê yên li dijî HDP'ê, polîsan avêtin ser Navenda Giştî ya HDP'ê. Ji ber ku endamên HDP'ê li ber vê serdegirtinê rabûn, polîsan êrîşî endamên HDP'ê û parlamenteran kirin. Polîsan avêtin ser civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken bi lêdanê binçav kirin. Endamên partiyê li ber vê rabrûn, lê polîsan êrîşî wan jî kirin. Polîsên Tirk Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Alîşan Şahîn û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.
Ji bo Alîşan Şahîn ê ji ber lêdanê rewşa wî giran e, gazî ambûlansê hat kirin. Tê gotin, hê jî ambûlans nehatiye. Polîsên Tirk ên dor li avahiya partiyê girtine, nahêlin kes xwe bigihînin avahiyê. Her wiha destûrê nadin endamên partiyê yên li hundirê avahiye ne, derkevin derve.