Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, binçavkirina parlamenteran dewama darbeya li dijî vîna gel e û got, "Em ji darbeyên beriya niha, vê darbeyê nas dikin. Em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin. Gelê me wê li her cihî bersiva pêwîst bide."
Koçyîgît di dewama axaftina xwe de got, "Ev yek têkoşîna rûmetê ye. Li dijî faşîzmê têkoşîna hebûnê ye. Rêveberiya heyî êrîşî hemû çeperên demokratÎk û vîna gelan dike. Çi hilbijêr çi jî ne hilbijêrê HDP'ê be, divê gelên me li dijî vê darbeyê helwestê nîşan bide. Lazim e gelê me yê deng daye HDP'ê xwedî li rûmeta xwe derkeve. Ev têkoşîn wezîfeya her welatî û demokratê vî welatî ye. Eleqeya vê wezîfeyê bi dengdayîna ji HDP'ê re nîne. Tirkiye ber bi tarîtiyê ve tê dehfdan. Têkoşîna li dijî vê, wzîfeya her wlatiyan e. Li dijî vê tarîtiyê, ji bo berxwedan û ronahiyê em banga mezinkirina têkoşîna aştî, wekhevî û demokrasiyê dikin."