NÛ BÛ

Darbeya li dijî HDP'ê li Viyana, Munchen û Parîsê hate şermezarkirin

Darbeya li dijî HDP'ê li gelek bajarên Ewropayê tê şermezarkirin.

Darbeya li dijî HDP'ê li gelek bajarên Ewropayê tê şermezarkirin.

VIYANA

Binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û 9 parlamenterên HDP'ê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li ber Parlamenta Awûstûryayê bi rengekî girseyî hate şermezarkirin.

Girseya gel a li ber parlamentê li hev civiya, dirûşma "Dîktator Erdogan" qîriya. Çalakgeran sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.

Girseya gel biryar da îro saet di 17:00 de ji ber Parlamentê heta Konsolosxaneya Tirk bimeşin.

MUNCHEN

Binçavkirina parlamenterên HDP'ê li bajarê Munchen ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Kurdistaniyên bi binçakirinê hesiyan yekser li navenda bajêr Stachûstayê li hev civiyan. Çalakiyê heta saet 03:00 dewam kir. Wê îro saet di 13:00 de Kurdistanî li Navenda Civaka demokratîk a Kurd li hev bicivin û li ber Serkonsolosiya Tirk çalakiya protestoyî were lidarxistin.

PARÎS

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, binçavkirina Hevserok û parlamenterên HDP'ê li ber avahiya Parlamenta Fransayê protesto dikin.

Di çalakiyê de dirûşma "Kujer Erdogan, piştevan Ewropa" tê qîrîn û girseya gel hê jî ber bi qada çalakiyê ve diherike.

...