KCDK-E ji bo çalakiyên bêdawî û bênavber bang kir
KCDK-E, li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê, ji bo çalakiyên bêdawî û bênavber bang kir.
KCDK-E, li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê, ji bo çalakiyên bêdawî û bênavber bang kir.
KCDK-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên qesra AKP'ê ya faşîst, em ê bi rengekî girseyî 4'ê Mijdarê roja Înê li ber Parlamenta Ewropayê bin."
KCDK-E bang li geê Kurd, dostan û hêzên demokrat şoreşger kir, ku tevlî vê çalakiyê bibin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo teşhîrkirin û sekinandina dewleta Tirk a faşîst a dest bi xwîn, ku bi çavsorî êrîşî azadiya me, vîna me û axa me dike, weke KCDK-E em banga daketina li kolanan û lidarxistina çalakiyan dikin.
Roj roja bendemayînê nîne. Roj roja têkoşîn û berxwedana bi rûmetî ye. Ji bo parastina rÛmeta têkoşîna me ya azadiyê, em ê bi hemû hêza xwe li qadên çalakiyan bin.
Li dijî vî sûcê mirovahiyê ku li pêş çavên tevahiya cîhanê û Ewropayê hat kirin û ji bo teşhîrkirina polîtîkaya durû ya dewletên Ewropayê, em bang li gelê xwe dikin ku bi tevlîbûn û ruhekî welatparêz beşdarî mîtînga li ber Parlamenta Ewropayê bibe.
Em ê ji her devera Ewropayê pêl bi pêl biherikin ber Parlamenta Ewropayê.
Weke KCDK-E em bang li tevahiya gelê xwe, dost, şoreşger û demokratan dikin, ku 4'ê Mijdarê roja Înê saet di 11:00 de li ber Parlamenta Ewropa ya li Brukselê bin."