Li ber televîzyona BBC a li Londonê çalakiya ji bo HDP'ê
Binçavkirina 11 parlamenterên HDP'ê, ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de hene, mîna li gelek bajarên Ewropayê li Londonê jî hate şermezarkirin.
Binçavkirina 11 parlamenterên HDP'ê, ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de hene, mîna li gelek bajarên Ewropayê li Londonê jî hate şermezarkirin.
Piştî ku hat bihîstin êrîş li parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye kirin, gelek kes herikîn Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Harîngeyê.
Girseya gel ji vê derê berê xwe da avahiya televîzyona BBC a li navenda Londonê.
Di çalakiyê de ku heta saet 03:00 dewam kir, di navbera çalakgeran û ewlekarên televîzyonê de rewşeke aloz derket holê.
Piştî vê aloziyê bi dehan polîs hatin ber avahiya BBC û tedbîrên ewlekariyê girtin.
Li ser navê girseya gel axaftin li vir hat kirin û hikûmeta AKP'ê bi tundî hate şermezarkirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, parlamenterên Amedê Îdrîs Balûken, Ziya Pîr û Nûrsel Aydogan, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk, Ferhat Encu û Selma Irmak, parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di dema serdegirtina malan û navenda giştî ya HDP'ê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin.