Çapemeniya cîhanê binçavkirina wekîlên HDP'ê bi lezgînî ragihand

Operasyonên polîsên Tirk ên binçavkirina parlamenterên HDP'ê, ku bi fermana AKP/Qesrê hatin kirin, ji aliyê çapemeniya cîhanê ve weke nûçeya flaş hatin ragihandin.

Operasyonên polîsên Tirk ên binçavkirina parlamenterên HDP'ê, ku bi fermana AKP/Qesrê hatin kirin, ji aliyê çapemeniya cîhanê ve weke nûçeya flaş hatin ragihandin.

SPÎEGEL

Versiyona online a kovara Der Spîegel a Elman, nûçe bi spota "Li Tirkiyeyê otorîteran careke din berê xwe dan siyasetmedarên mûxalîf" weşand. Di nûçeyê de mesaja twîtterê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat parvekirin ku tê de Demîrtaş qala binçavkirinê kir.

Di nûçeyê de dîmenên serdegirtina Navenda Giştî ya HDP'ê jî hatin weşandin û hat bibîrxistin ku destnedana wekîlên HDP'ê di meha Gulanê de li ser 'daxwaza Erdogan' hate rakirin. Hat gotin, Erdogan HDP'ê weke 'Berdevkê PKK'ê nîşan dide.

Spîegel bal kişand ser hejmara girîng a parlamenterên HDP'ê li Meclîsê û destnîşan kir, ku ji hevserokên HDP'ê Demîrtaş yek ji hevrikên herî girîng ên Erdogan e. Di nûçeyê de hat ragihandin, hefteya bihurî biryar hat dayîn ku gelek bajarên Kurdan ji aliyê qeyûm (rêveberê mecbûrî) werin birevebirin.

AFP

Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê de, binçavirina hevserokan û parlamenterên HDP'ê bi rengekî flaş hat ragihandin.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin, ku li Tirkiyeyê 'ji xwe serdemeke aloz heye' û hat ragihandi, ev yek piştî girtina hevşaredarên paytexta başûrrojhilatê Tirkiyeyê Amedê, pêk hat.

REUTERS

Ajansa nûçeyan Reuters, operasyona darbeyê ya li dijî wekîlên HDP'ê, li gorî agahiyên ji parêzerên HDP'ê wergirtî ragihand. Di nûçeya xwe de diyar kir, ku li gorî şahidiya li dora Navenda Giştî ya HDP'ê, dor li avahiyê hatiey girtin. Ajansê her wiha bibîr xist, ku mafê destnedana parlamenterên HDP'ê ku sêyemîn partiya herî mezin a li meclîse ye, beriya niha hatiye rakirin.

DEUTSCHE WELLE

Yek ji radyoyên sereke yên Elmanyayê Deutsche Welle jî binçavkirina HDP'yiyan bi rengekî flaş ragihand. Di nûçeya bi sernivîsa "Polîsên Tirk siyasemedarên Kurd ên rêveber binçav kirin" de, hat bibîrxistin, ku Erdogan HDP'ê weke 'baskê siyasî yê PKK'ê dibîne.

Di nûçeya Deutsche Welle de hat ragihandin operasyona binçavkirina parlamenteran heman piştî tayînkirina qeyûman li gelek bajarên Kurdan hatiye kirin.