KCDK-E û TJK-E: Li dijî dîktatoriya faşîst a AKP'ê dakevin kolanan

KCDK-E û TJK-E: Em li dijî vê êrîşa faşîst û operasyona binçavkirinê ku li dijî wekîlên HDP'ê û vîna gelên me hatiye kirin, bêdeng nemînin.

Di daxuyaniya hevpar a KCDK-E û TJK-E de hat ragihandin, êrîşên AKP-Erdogan û faşîzma Tirk ên li dijî nûnerên gelê Kurd bi dijwarî dewam dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî vê êrîşa faşîst û operasyona binçavkirinê, ku îşev li dijî wekîlên HDP'ê û vîna gelên me hatiye kirin, em bêdeng nemînin. Em bang li gelê xwe, dostên xwe û herkesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' ên li Ewropayê dikin, ku bi rengekî bêdawî dakevin kolan û meydanan. Roj roja sekinandina faşîzma AKP-Erdogan û Tirk bi berxwedana mezin e. Bi rastiya gelê berxwedêr a 'teslîmiyet rê li ber xiyanetê, berxwedan jî rê li ber serketinê vedike', em faşîzma AKP-Erdogan û Tirk têk bibin."