NÛ DIBE

Binçavkirina parlamenterên HDP'ê li Ewropayê tê şermezarkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî parlamenterên HDP'ê, li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi rengekî girseyî tên şermezarkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî parlamenterên HDP'ê, li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi rengekî girseyî tên şermezarkirin.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê, Kurdistanî ji bo şermezarkirina binçavkirina parlamenterên HDP'ê, li ber HBF a bajêr li hev dicivin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanayyê li Paradeplatzê çalakiya protestoyî tê lidarxistin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, Kurdistaniyên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyane, wê çalakiyê lidar bixin.

DORTMÛND

Operasyonên qirkirina siyasî li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li nava HBF bi çalakiyekê tên şermezarkirin.

ESSEN

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî wekîlên HDP'yî, li HBF a Essenê tên şermezarkirin.

FRANKFÛRT

Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfûrt û derdora wê dijîn, li meydana Romerê li hev civiyane.

HANNOVER

Bi armanca şermezarkirina binçavkirina parlamenterên HDP'ê, Kurdistanî û dostên wan li ber Gara trenê ya navendî ya Hannoverê li hev dicivin.

STÛTTGART

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Stûttgartê dijîn, bi heman armancê li Schlosplatzê li hev civiyane.

AACHEN 

Li Aachenê gel li ber Mala Gelê Kurd li hev civiya.

EMMERÎCH

Kurdistaniyên li Kleve-Emmerîchê dijîn, niha li ber Bahnhofa Emmerîchê li hev dicivin.

Her wiha li van bajarên Elmanyayê çalakî tên lidarxistin

DÛÎSBÛRG
BÎELEFELD
Haûptbahnhof
OLDENBÛRG
Haûptbahnhof
BOCHÛM
HAMBÛRG
Hachmannplatz pêşiya Haûptbahnhofê
DUSSELDORF
Haûptbahnhof

LONDON
Komel/Navend

MONTPELLÎER

Kurdistansiyên li bajarê Montpellîer ê Fransayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşan li meydana Comedîe li hev dicivn. Ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê hate kirin.

RENNES

Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê dijîn, li Stasyona Trenê êrîşên qirkirina siyasî şermezar dikin.

VIYANA

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Awûstûrya Viyaanyê, operasyonên qirkirina siyasî li ber parlamentê şermezar dikin.