Wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, wê darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi rengekî girseyî protesto bikin.

KOLN
KCDK-E li ser çalakiya roja Şemiyê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ev çalakî wê bi pêşengiya AAKB û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Ewropayê bê lidarxistin.
Roja Şemiyê wê li gelek bajarên Elmanyayê, darbeya li dijî HDP'ê bi çalakiyên girseyî were şermezarkirin.
DRESDEN
Çalakiya protestoyî ya li bajarê Dresden ê Elmanyayê wê li ber Parlamenta Dresdenê pêk were.
Navenda Civaka Demokratîk a Dresdenê, bang li Kurdistaniyên li bajarê Dresden û derdora wê dijîn kir, ku tevlî çalakiya îro saet di 10.00 de bibin.
MUNSTER
Li bajarê Munster ê Elmanyayê wê êrîşên li dijî HDP'ê bi awayekî girseyî werin şermezakirin. Meş wê îro saet di 16:00 de li Stasyona Trenê ya Munsterê dest pê bike û heta Hotel Contî dewam bike.