Doza Kaçeroglu dîsa hate taloqkirin
Rûniştina 7. a doza qetilkirina Ekrem Kaçeroglu pêk hat, bersûcên berdayî dîsa tevlî rûniştinê nebûn. Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 1’ê Adara 2001’ê kir.
Rûniştina 7. a doza qetilkirina Ekrem Kaçeroglu pêk hat, bersûcên berdayî dîsa tevlî rûniştinê nebûn. Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 1’ê Adara 2001’ê kir.
Ekrem Kaçeroglu ku di dema serhildana Kobanê, 6-8’ê Cotmeha 20014’an de, li Bornova ya Îzmîrê faşîstan pêşî bi çekê li serê wî xistibûn û piştre bi lînçkirnê qetil kiribûn. Îro cara 7. doza qetilkrina Kaçeroglu li Dadgeha Cizayê Giran ê 8. li Edliyeya Îzmîrê hate dîtin. Di rûniştinê de malbat û parêzerên Kaçeroglu amade bûn, lê belê bersûcên berdayî tevlî rûniştinê nebûn.
Şandeya dadgehê di biryara navberê de 10 roj dane parêzeran ku li raporê hûr bibin û qebûl kir ku parêzer dîtbariyan bînin rewşa ku mirov bikaribe li wan binere û radestî dadgehê bikin. Şandeya dadgehê biryar da ku li dadgehê şahidan guhdar bikin û rûnişti taloqî 1’ê Adara 2017’an kir.