Li dijî qirkirina siyasî li Kîelê çalakiya kon
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk li bajarê Kîelê aktîvîteya kon hat destpêkirin.
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk li bajarê Kîelê aktîvîteya kon hat destpêkirin.
Protestoyên li dijî êrîşên qirkirina siyasî ya ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne, li bajarê Kîel ê Elmanyayê didome.
Li bajêr ji hêla Yekîtiya Hêzên Demokratîk ji bo 14-18’ê Mijdarê konê agahdarkirinê hat danîn. Li kon ku her roj bi sedan kes diçin serdanê, belavok tên belavkirin û qirkirina li dijî gelê Kurd tê şermezarkirin, teşhîrkirin.
Aktîvîteya kon wê 18’ê Mijdarê bi mîtîngeke ku wê Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz tevlî bibe, bi dawî bibe.