Îtiraza ji bo Yuksekdag hat kirin nehat qebûlkirin
Îtiraza li dijî girtina Yuksekdag hat kirin, nehat qebûlkirin. Parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.
Îtiraza li dijî girtina Yuksekdag hat kirin, nehat qebûlkirin. Parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.
Ji bo berdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag serî li 3. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Amedê hat dayîn, lê dadgeriyê îdîa kir ku biryara girtinê "li gorî hiqûqê ye" û îtiraz red kir.
Ji ber ku biryara 'nepenîtiyê' li ser dosya Yuksekdag heye, biryara dadgeriyê bi devkî ji parêzeran re hat ragihandin.
Parêzera parlamenterên girtî Reyhan Yalçindag jî wê ji bo hevserok û parlamenterên girtî sibe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide û daxwaza tedbîra îhtiyadî bike.
Hêjayî gotinê ye, Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê ku bi 34 salan cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin, ji ber sedema binpêkirina 'girtina demdirêjî û darizandina adîl' serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û dadgehê jî biryar dabû ku "Ji ber nekarî tevlî karê qanûndanînê bibe, erka temsîlkirina gel hatiye binpêkirin" û Balbay berda bû.